​​​​​​​YPJ: Em di bilindkirina têkoşînê de bi îsrar in

Ji fermandarên YPJ`ê Sozsdar Dêrîk ku beşdarî merasîma pîrozkirina salvegera 9`emîn a damezirandina YPJ`ê bûye, diyar kir ku ew ne tenê parastina jinan, lê belê têkoşîna ji bo tevahî civakan erka  xwe dibînin.

3 nîsan, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 9’emîn a damezirandina YPJ’ê li bajarokê Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrîk, 9’emîn salvegera damezirandina YPJ’ê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên şorêşê, malbatên Şehîdan û tevahî jinên tekoşêr pîroz kir. Sozdar Dêrîk di axaftina xwe de bal kişand ser çavkaniya ku YPJ’ê  ji xwe re esas girt û wiha domand: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Jidayîkbûna Rêber Apo ne tenê jidayîkbûna şexsekî ye, jidayîkbûna me tevan e. Ji ber yê ku hişt çavên me azadiyê bibînin û em bikevin ferqa jinbûyîna xwe, Rêber Apo ye.”

EM Ê JI BO TEVAHÎ CIVAKAN TÊBIKOŞIN

Sozdar Dêrîk diyar kir ku bûyerên li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û cîhanê hatin jiyankirin, weke jin ji wan re  gelek sedemên tekoşînê ava kir û wan jî li ser vê esasî tekoşîna xwe da meşandin. Sozdar Dêrîk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo vê yekê jî me yekîneyên parastinê  damezirand. Me parastina tevahî jinan ji xwe re weke erkekî dîtiye. Em ê ji bo tevahî civakan jî tekoşîn bikin, em ê di felsefeya civaka azad de îsrar bikin û em ê xebatên neteweya demokratîk berfirehtir bikin."

ME ÎLHAMA XWE JI JINÊN TEKOŞER GIRT

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Sozdar Dêrîk destnîşan kir ku wan îlhama xwe ji jinên tekoşer yên ku bi sedsalan e rastî zilm û zordariyê hatine û serî netewandine, girtiye û wiha pê de çû: "Me ji tevahiya jinên cîhanê bi taybet jî ji jinên gerîlla yên li çiyayê Kurdistanê têdikoşin, îlhama xwe girtiye. Em ji tevahî jinên re dibêjin; em ê vê tekoşînê bilindtir bikin û em ê bê rawestîn di vê  tekoşîna de îsrar bikin. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku em îro ewqas jin bi hev re li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin."

Merasîma pîrozkirina salvegera damezirandina YPJ`ê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe û Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû. Şervanan di dawiya merasîmê de govend gerandin û piştra ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dar çandin.

ANHA