DYA’yê alîkariyên ji Ukraynayê re zêde kirin

DYA alîkariyên leşkerî ji Ukraynayê re zêde dike. Di heman demê de bajarê Mariupol ku ji rojên destpêka krîza Ukraynayê ve dorpêçkirî ye, hedefa sereke ya Rûsyayê ye.

DYA’yê alîkariyên ji Ukraynayê re zêde kirin
2 nîsan, 2022   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya DYA’yê roja înê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi 300 milyon dolarî alîkariya Ukraynayê bike, da ku karînên wê yên parastinê xurttir bike.

Rojnameya The New York Times li ser zimanê rayedarekî amerîkî daxuyand ku Washington jî dê bi hevalbendan re kar bike da ku tankan bişînin Ukraynayê.

Karwanekî Xaça Sor ku ber bi bajarê Mariupol ve diçû, dê îro careke din hewl bide sivîlên  dorpêçkirî rizgar bike. Hemwextî vê yekê hêzên Rûsyayê leşkerên xwe kom dike da ku careke din başûrê rojhilatê welat bike armanc.

Vê sibê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser liv û tevgerên hêzên Rûsyayê yên li herêma Donbass û bakurê Kharkivê hişyarî da.

Rûsyayê di diyalogên aştiyê yên vê hefteyê de got Donbass ku destekê dide kesên "cihêxwaz" ên ji destpêka 2014`an ve şerê hêzên Ukraynayê dikin, dê niha nuqteya kar û xebata wê ya leşkerî be.

Piştî di kontrolkirina bajarên sereke de bi bin ket, Rûsyayê vekişandina hêzan ji nêzî Kîevê wiha wesif kir: "Ev însiyatîfa başkirina diyalogên aştiyê ye." Ukraynayê û hevalbendên wê jî diyar kir ku hêzên Rûsyayê neçar man careke din hêzên xwe kom bikin, ji ber ku di encama berxwedana Ukraynayê de gelek zirar çêbûn.

Moskovê destnîşan kir ku helîkopterên Ukraynayê roja înê depoya sotemeniyê topbaran kir, di encamê de depo şewitî, lê Ukraynayê ev yek red kir.

Rûsyayê hedefgirtina sivîlan red dike. Odessa û Mariupol li ser Deryaya Reş in ku 2 armancên sereke yên Rûsyayê ne û deverên stratejîk in.

Rûsyayê da zanîn ku êdî gazê dê bi rubleyê bifiroşe, heke ev yek neyê qebûlkirin jî dê gazê li ser Ewropayê qut bike. Li hember vê yekê Ewropayê soz da ku ew ê li dijî daxwaza Rûsyayê hevgirtî bin. Moskovê diyar kir ku ew ê gazê heta dema dayîna pereyan nesekinîne.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres got koodînatorê alîkariyan ê NY`yê Martin Griffiths dê sibe biçe Kîevê.

(eh)