Rojnameyên erebî: Li Sûriyê di meha derbasbûyî de 67 kes bi îşkenceyê hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibê li ser kuştina 67 sûriyan bi îşkenceyê, aloziya siyasî ya li Iraqê û kar û barên Yemenê nivîsand.

Rojnameyên erebî: Li Sûriyê di meha derbasbûyî de 67 kes bi îşkenceyê hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Li Sûriyê di meha derbasbûyî de 67 kes bi îşkenceyê hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Li Sûriyê di meha derbasbûyî de 67 kes bi îşkenceyê hatin kuştin
2 nîsan, 2022   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI MEHA DERBASBÛYÎ DE 67 SÛRÎ BI ÎŞKENCEYÊ HATIN KUŞTIN’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Toreke hiqûqî ya Sûriyê ragihand ku di meha borî de 67 sivîl bi îşkenceyê hatin kuştin ku ji wan 20 zarok in.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li desthilata Sûriyê kir ku yekser destûrê bide çavdêrên serbixwe da ku berê xwe bidin girtîgehên li welat, ji ber ku bi salan e îşkence lê tê kirin û îşkencekar an jî kesên bi awayekî nebaş dan û standinê bi girtiyan re dikin, di dadgehan de werin darizandin.

Serokatiya Sûriyê bi bîr xist ku El-Esed qanûna bi hejmara 16’an a sala 2022`yan derxist ku destûra Sûriyê îşkenceyê qedexe dike.”

`EL-SADIR TAKTÎKA XWE GUHART`

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Serokê Tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir taktîka xwe guhart, piştî ku di bin zextê de bû da ku lihevkirinan pêk bîne û serokekî nû yê welêt were hilbijartin û piştre serokê hikumetê. El-Sadir ev zext veguhast dijberê xwe yê Çarçoveya Koordînekirî û ji wan xwest ku di 40 rojan de hikumetê ava bikin.

El-Sadir li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo ku Iraq bê hikumet nemîne, va ye ez derfetê didim Çarçoveya Koordînekirî ku bi hemû blokan re dan û standinanê bike da ku hikumetê ava bike. Divê heta mehekê hikumetê ava bike.”

‘YEMEN… AGIRBEST, PEVGUHERTINA GIRTIYAN Û VEKIRINA BENDER Û BALAFIRGEHÊ`                    

Li ser rewşa Yemenê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Aliyên Yemenê li ser agirbesteke 2 mehan li hev kir ku hemû operasyonên leşkerî rawestin û keştiyên sotemeniyê bikevin benderên Hudeydeyê. Hikumeta yasayî temamkirina peymaneke nû ya pevguhertina girtiyan bi milîsên Hûsî re û vekirina balafirgeha Senayê erê kir.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Yemenê Hans Grandberg ragihand ku aliyên nakok bi erênî bersiv da pêşniyara NY`yê ya ji bo ragihandina agirbesta 2 mehan ku îro bikeve meriyetê, her du alî li ser rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên hewayî, bejahî û deryayî li hundir û sînorên Yemenê li hev kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Nûnerê NY'yê, aliyên nakok her wiha li ser ketina keştiyên sotemeniyê bo benderên Hudeydeyê û geştên bazirganiyê yên li hundir û derveyî balafirgeha Sena ji bo cihên diyarkirî li herêmê, li hev kir. Her wiha li hev kirin ku di bin çavdêriya wî de ji bo vekirina rêyên li Tez û parêzgehên din ên Yemenê bicivin û piştrast kir ku agirbest dikare piştî 2 mehan bi razîbûna her du aliyan were nûkirin."

(eh-dx)