Tevgera artêşa Iraqê li ser sînorên Şengalê zêde dibe

Hewldanên lêkirina dîwarê di navbera sînorê Rojavayê Kurdistan û Şengalê de dewam dikin. Artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban a nêzî sînor jî nêzî 10 baregehên nû ava kirine.

Tevgera artêşa Iraqê li ser sînorên Şengalê zêde dibe
2 nîsan, 2022   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî mehekê ye artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Ev sîmkirin ne tenê li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê dê sîm 5 km ji sînor dûr were danîn.

Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê sîm were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.

Li gorî agahiyên hatine standin artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban a nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe çêkirine. Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê li herêmê dewam dike.

Dîwarkirina di navbera Rojavayê Kurdistan û Şengalê de jî dewam dike. Demek dirêje artêşa Iraq dest bi çêkirina dîwarek di nava Rojava û Şengal de kiriye, dîwar bi dirêjahiya 250’î kêlometre ji aliyê lîwaya 18’an ya parêzvanên sînor ên Iraqê ve tê çêkirin.

Bilindahiya dîwar 3 metre û 75 santîmetre ye. Tê gotin ev lîwaya leşkerî ya 18’an girêdayî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ye.