Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asur belgeyek îmze kir

Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûr a Demokratîk bi boneya 1 ê Nîsanê belgeyeke lihevkirinê  têkildarî pêkanîna xebateke hevpar îmze kirin.

Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asur belgeyek îmze kir
1 nîsan, 2022   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk bi daxuyaniyekî belgeyeke siyasî ya lihevkirinê îmze kirine û bendên wê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: " Bi boneya 1'ê Nîsanê 2022'yan sersala Babilî Ekîto ya 6772, Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asur a Demokratîk li Qamişloyyê belgeya siyasî ya lihevkirinê îmze kirin. Ev belge ji bo pêkaîna xebateke hevpar di navbera herdu partiyan de ye da ku nasname, mafên neteweyî, çandî û siyasî yên gelê Suryan û Asur werin naskirin. Ev belgeya dîrokî li her du partiyên gelê Suryan Asur ê Sûriyê pîroz be û hêjaye ku suryan, asûr ên li welat û derve destekê bidinê da mafê vî gelê were misogerkirin û nasname, zimanê wê yê dayikê di destûrê de were naskirin. Bi wê re Sûriyeke nû ya pirrengî û niştimanî were avakirin ku hemû rengên pêkhateyên wê were naskirin ku bi hev re rengên Sûriya niştimanî xêz dikin."

ANHA