Cejna Ekîto; sembola jiyana hevbeş a Mezopotamyayê

Cejna Ekîto ji cejnên herî kevnar e. Ev cejn mîrateya çandî û şaristanî ya gelek gelan e, bi taybet gelê Suryan, Aşûr û Keldan.

Cejna Ekîto; sembola jiyana hevbeş a Mezopotamyayê
1 nîsan, 2022   06:14
QAMIŞLO- KADER ÎBRAHÎM

Cejna Ekîto di destpêka meha Nîsanê de  ji aliyê Suryanan ve tê pîrozkirin. Ev cejn destpêka jiyanê di biharê de temsîl dike û destpêka sala nû ye. Wateya wê ‘dema çandin û çinîna ceh e’.

/kr/uploads/files/2022/04/01/061547_dsc_0018.webp

Gel û pêkhateyên Mezopotamyayê cejnên biharê yên di mehên Adar û Nîsanê de pîroz dikin û yek ji wan cejnan jî Ekîto ye wekî Newroz û cejna Çarşem Sor.

Li gorî salnameya Suryanî, Aşûrî û Babilî, dîroka pîrozkirina cejna Ekîto vedigere 6772 salan.

Rewşenbîrê Suryan Corc Yûsif ji navçeya Tirbespiyê diyar kir ku gelê Suryan her sal bi beşdariya pêkhate û mezhebên din vê cejnê pîroz dikin.

/kr/uploads/files/2022/04/01/061507_dsc_0008.webp

Corc Yûsif destnîşan kir ku parastina van cejnan erkeke li ser milê gelên herêmê ye. Her wiha da zanîn ku pîrozkirina van cejnan, bi taybet Ekîto û Newrozê, hevgirtinê di navbera pêkhateyan de xurttir dike.

(dx)

ANHA