Ji Kongra Star peyama Cejna Ekîto

Kongra Star bi peyamekê Cejna Ekîto li gekê Suryan, Asur, Kildan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku bi vê wesîleyê aştî li tevahî Sûriyê misoger bibe.

Ji Kongra Star peyama Cejna Ekîto
1 nîsan, 2022   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi boneya Cejna Ekîto peyamek weşand.

Di peyamê de wiha tê gotin:

"Bi boneya hatina 1'ê Nîsanê sersala asuriyan (Ekîto), em vê rojê pîroz dikin. Ev cejn kûrahiya nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelekî kevnar nîşan dide. Ev gel xurmî hemû siyasetên qirkirinê û qirkirina etnîkî ku ji aliyê pergalên desthilatdar ve li hemberî wê hatine kirine, resenbûn û neteweya xwe parastin. Lê îro mîna buharê ev cejn nû dibe. Bi hev re di hewayeke demokratîk û azadî de em bi hev re vê rojê pîroz dikin. Em tevahî cejnên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî cejnên neteweyî yên hemûyan dibînin.

Bi vê wesîleyê em bi hêvî ne ku li tevahî Sûriyê û cîhanê aştî misoger bibe û hêviyên gelan pêk werin. Her Ekîto û gelê asur di nava xêrê de bin."

ANHA