Di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li Tirbespiyê de welatiyek şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li gundewarên Tirbepsiyê de, welatiyek şehîd bû û 2 welatiyên din birîndar bûn.

Di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li Tirbespiyê de welatiyek şehîd bû
1 nîsan, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û tê de ev agahî parve kirinÇ

“Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li gundê Hasûde kir hedef. Di erebeyê de 3 kes hebûn, 2 ji wan birîndar bûn û yek jî şehîd bû.

Em van êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û cîhanê dikin ku rê li pêşiya van êrişên dewleta Tirk bigirin.”

(şx)