TEV-DEM’ê hemleyeke paqijiyê da destpêkirin

TEV-DEM’ê li Qamişlo û Hesekê hemleyeke paqijiyê da destpêkirin. Endamê TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm têkildarî hemleya paqijiyê da xuyakirin ku dê hemle li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

TEV-DEM’ê hemleyeke paqijiyê da destpêkirin
1 nîsan, 2022   07:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 28`ê Adarê de hemleyeke paqijiyê bi dirûşma “Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye” da destpêkirin. Hemleyê li Qamişlo û Hesekê dest pê kir. Di roja yekemîn a hemleyê de bi dehan şêniyên herêmê û endamên saziyan tev li hemleyê bûn.

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm têkildarî hemleyê diyar kir ku dê mehekê dewam bike û got: “Me ji bajarê Qamişlo dest pê kir, ew ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bike.”

/ar/uploads/files/2022/04/01/064259_img_8855.webp

Ayid Îbrahîm da xuyakirin ku beriya niha TEV-DEM tev li gelek hemleyên paqijiyê bûye, lê ev hemle berfirehtir e û wiha dom kir: “Hemle dê derbasî kolan, tax, bajarok, navçe û bajaran bi giştî bibe.”

Îbrahîm da zanîn ku hemû saziyên girêdayî TEV-DEM di hemleyê de cih digirin û got: “Dê belavokên têkildarî paqijkirinê bên belavkirin. Tevî wê em amadehiya belavkirina pirtûkan dikin da ku em vê çandê zêdetir belav bikin. Bi vê rêbazê em ê bikarin bigihêjin hemû beşên civakê.”

27 yekitî, sazî, rêxistin û komele li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana TEV-DEM’ê de ne.

Ayid Îbrahîm got: “Bi paqijiyê tê zanîn ka civakek bi çi hişmendiyê dijî û xwedî çandeke çawa ye. Bajarê paqij gelê paqij e. Çand paqijiyê ji berê de heye, lê em dixwazin bêhtir zindî bikin. Paqijî şaristanî ye. Ji ber van sedeman me wek TEV-DEM xwest bi rihê biharê û ji bo parastina xwezayê vê hemleyê bidin destpêkirin.”

Ayid Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hemleyan wan re alîkar bin û wiha got: “Ji ber ku dema civak ne alîkar be, hemleyên paqijiyê bê encam dimînin. Em hêvî dikin ku ev hemle bi encam be.”

ANHA