​​​​​​​Azad Hisên: Lêkirina dîwar beşek ji planeke xeter a li dijî êzidiyan e

Rayedarekî Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser xeteriya avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de hişyarî da û got: "Ev beşek ji planên xeter ên li dijî Şengalê ye, êdî dixwazin ambargo li ser me ferz bikin."

​​​​​​​Azad Hisên: Lêkirina dîwar beşek ji planeke xeter a li dijî êzidiyan e
31 adar, 2022   03:33
ŞENGAL-SÎPAN SILO

Hikumeta Iraqê bi serkêşiya serokê Meclisa Wezîran Mistefa Kazimî ya demborî û PDK`ê, 9`ê Cotmeha 2020`an li ser îmzekirina peymanekê ku vîna civata êzidî li Şengalê dike hedef, li hev kirin. Wê demê jî êzidiyan ev peyman bi "fermaneke nû" bi nav kir.

Ji navîna Adarê ve artêşa Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarekî lê dike. Der barê vê yekê de çavdêran da zanîn ku ev dîwar bi armanca dorpêçkirina Şengalê û qutkirina wê ji Kurdistanê ye ku hêzên desthilat ew parçe kirin.

'PLANEKE XETER E, DESTÊN PDK`Ê, IRAQ Û DEWLETA TIRK TÊ DE HEYE'

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengal Azad Hisên anî ziman ku peymana 9`ê Cotmehê, planeke xeter e û destên PKD`ê, hikumeta Iraq û dewleta Tirk tê de hene. Hisên destnîşan kir kiryarên li ser sînorên Şengal û Rojava, bendek ji peymana komploger a li dijî civata êzidî ye.

'ŞANEYÊN DAIŞ LI SERANSERÎ IRAQÊ BELAV BÛNE'

Hikumeta Iraqê idîa dike ku armanc ji lêkirina dîwarê, parastina erda Iraq ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Li ser vê yekê Hisên ev nirxandin kir: "Şengal li Iraqê herêma herî aram e, şaneyên DAIŞ`ê li seranserî Iraqê belav in û çolistana wê jî tijî nuqteyên wan in, lê diyar e ku hin alî zextê li hikumetê dikin, da ku planên dijber li dijî me pêk bînin."

2014`an artêşa Iraqê bajarê Mûsil di 3 saetan de radestî DAIŞ`ê kir û Tebaxa heman salê dema çeteyan êrişî herêma Şengalê kir, artêşa Iraqê û hêzên PDK`ê jê vekişiyan û gel bi tenê hişt.

'DIXWAZIN AMBARGO LI SER ŞENGALÊ FERZ BIKIN DA KU WÊ JI ROJAVA QUT BIKIN'

Azad Hisên daxuyand ku dema 2014`an çeteyan êrişî herêma Şengal kir, Rojava û Rêveberiya Xweser destek da gel û wiha domand: “Lewma ji lêkirina dîwar armanc dikin ku Rojava ji Şengalê qut bikin, ji ber ku her du herêman rêveberiyên xwe yên xweser ragihandine û hêzên wan ên leşkerî hene ku parastina herêmên xwe dikin. Ji ber vê yekê naxwazin fikira rizgarkirina ji bindestiyê belav bibe.”

'IRAQ BI FERMANA DEWLETA TIRK DÎWAR LÊ DIKE'

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê îşaret bi rewşa hundirîn û mudaxeleyên ji derve kir û got: "Hikumeta Iraqê nikare li dijî planên derve bisekine, berovajî wê bi wan re hevkar e. Êrişên hawayî yên ku dewleta Tirk li dijî êzidiyên li Şengalê pêk tîne, tê wateya binpêkirina sînor û serweriya Iraqê, lê hevkariya hikumetê pê re, rewşa hundirîn a Iraqê dide xuyakirin."

Azad Hisên diyar kir ku Iraqê ne di wê asta de ye ku bikare li derve parastina xwe bike,  ji dema ku parlamento hatiye hilbijartin ji ber mudaxeleyên derve nikare civînekê li dar bixe.

Azad Hisên ev li axaftina xwe zêde kir: "Her wiha mirov nikare lêkirina dîwarê wekî planeke hikumeta Iraqê ya bi idîaya parastina ewlehiya xwe bi nav bike, lê rasterast bi fermana dewleta Tirk pêk tê."

Azad Hisên anî ziman ku beriya 2014`an PDK`ê xwest Şengal kontrol bike û madeya 140 a destûra Iraqê pêk bîne û wiha dewam kir: "Diyar e ku PDK`ê nema daxwaza Şengalê dike, bê guman lihevkirinek li ser hesabê radestkirina Şengalê di navbera wê û hikumeta Bexda û Iraqê de heye."

Madeya 140 îşaretê bi bidawîkirina siyasetên demografiya yên ku rejîma Sedam Husyên li herêmên nakok pêk anîne, dike.

'DIVÊ LI HEMBER PLANÊN DIJBER HIŞYAR BIN'

Azad Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê li hember planên dijber ên li ser civata êzidî hişyarî hebe û paşperdeya wê were naskirin. Her wiha tê bigihêjin ku lêkirina dîwarê beşek ji planeke xeter e, ji ber ku tenê li erdnîgariya Şengal pêk tê. Hemû idîayên wan bê bingeh in."

(eh)

ANHA