Mazlûm, Egîd û Hefteya Lehengiyê - ZEKÎ AKIL

Mazlûm, Egîd û Hefteya Lehengiyê - ZEKÎ AKIL
31 adar, 2022   00:48

Di dîroka gelan de roj û navên girîng hene. Pêşengên wan hene ku pêşengiyê ji van pêvajoyan re dikin û derdikevin ser dika dîrokê. Kurdan jî ku gelekî kevnar ê Rojhilata Navîn in, jî di dîroka xwe de pêşketinên mezin bi cih kirine.

Lê belê mêtingeriya demdirêj û asîmîlasyonê gelê Kurd gihandiye ber tunebûnê. Mêtingeran ji bo ku tiştekî wan nemine, çi ji destê wan hat kirin. Hewl dan di dîrokê de winda bikin û dûrî xwebûnê bikin.

Rêber Apo mudaxele li vê dîroka serberjêr kir. Ji vejîna Kurdan re pêşengî kir û bi rabirdû û dîroka xwe re anîn cem hev. Li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya gelbûnê da destpêkirin. Kurd êdî dê xwedî li nirx, destkeftî û lehengên xwe derketana. Çawa ku gelê Kurd bi dîroka xwe re li hev bû yek û bi berxwedanê bû Newroz, bû leheng û lehengên xwe afirand. Hefteya Lehengiyê ku em niha pîroz dikin jî, di encama vê berxwedana dîrokî de hatiye afirandin.

Mazlûm Dogan li zindana Amedê li qonaxeke herî girîng a dîrokî li dijî îmhayê mudaxele kir. Dixwestin PKK’ê û fikra wê tune bikin.

Bi dorpêçeke tirsnak, tecrîd û wehşetê beriya derketinê dixwestin PKK’ê û Kurdan ji hev belav bikin. Mazlûm ku xwedî hişmendiyeke kûr a dîrok û azadiyê bû, di 21'ê Adara 1982'yan de jiyana xwe danî holê û ji faşîzma qirkirinê re got bes e.

Destana Kawayê Hesinkar rojane kir. Di nava hewldaneke awarte de ji bo pêşî li vê berxwedanê were girtin, rêber Apo hewl da gerîla bi rêxistin bike û li çiyayên Kurdistanê bi cih bike. Mahsûm Korkmaz yek ji fermandarên destpêkê bû ku pêşengî ji gerîla re kir û di nava dîrokê de cihê xwe girt.

Mahsûm di nava gerîla de bi navê Egîd hat naskirin û kete nava dîroka Kurdistanê. Di 28'ê Adara 1986'an de şehîd bû. Mazlûm û Egîd bûn afirînerên Hefteya Lehengiyê. Mazlûm û Egîd beriya derbeya 12'ê Îlona 1980'yî hev nas kiribû. Yê ku Egîd nas kiribû û anîbû cem Apociyan jî Mazlûm bû. Ew bûn şervan û pêşengên tevgereke mezin, bûn serkeftin û bûn yek û dîrok afirandin.

Di emrekî pir biçûk de tev li Apociyan bûbû, li derve perwerdeya leşkerî dîtibû, lê tecrubeya şer û gerîlatiyê nebû. Ji ber vê yekê neçar bû li çiyayên Kurdistanê bi cih bibe û şer û birêxistinbûnê hîn bibe.

Gelek kesan digot "Çûyîna Kurdistanê û rakirina çeke, mirin e. Ev xwekuştin e."  Lê belê Egîd yek ji wan kesan bû ku rêber Apo herî baş fêm dikir û li pey diçû. Cewhera wî, gotina wî û îdiaya wî hevgirtî bûn. Xwendekarekî baş, hevrêyekî dilnizm û nedîtî bû. Her ku hîn bû, hîn jî kir û ji zor û wezîfeyan xwe neda alî û haya xwe ji zehmetiyên tevgerê û gel hebû. Ew ji peywir û zehmetiyan nereviya. Di vî warî de bû pêşeng.

Di ser şehadeta wan re bi dehan sal derbas bûn. Lê nayên jibîrkirin. Îro li Kurdistanê ew qas Mazlûm û Egîd hene! Navên wan li zarokan hatin kirin, hem jî yên tev li gerîla bûn, navên wan rakirin. Mazlûm û Egîd zêde bûn û bûn gel. Îro jî gerîlatiyên Kurdistanê Egîd wek fermandarê xwe dizanin.

Egîd fermandarek bû ku diafirand, bi rêxistin dikir, perwerde kir û tê dikoşiya. Şervanekî wêrek bû û bi derfetên herî kêm jî li dijî artêşa Tirk ku artêşa duyemîn a herî mezin a NATO'yê bû, şer kir. Dilê wî mezin hebû, ji hevalên xwe re dilsoz bû, hezkiriyê wan bû.

Xet, rêbaz û ekola gerîlatiya şoreşger hat afirandin. Şêwazê şervaniyê yê ku her tiştê xwe ji gel û welatê xwe re veqetandiye, ava kiriye. Bi rêbazên zanistî û afirîner û tevî derfetên herî kêm derketin pêşberî artêşan. Ne rast e ku em tunebûn û zehmetiyên wê serdemê bi îro re bidin ber hev. Îro şer mezin bûye, li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Bi deh hezaran kes beşdar dibin. Heta bi hezaran şehîd hene. Lê em ji bîr nekin ku ekola heyî roja me jî diyar dike. Dîsa gerîla pêşengiyê ji şêwazê fedaîtiyê re dike, ji gel û sosyalîzmê re fedaî ye.

Dewleta Tirk hê jî her roj dibêje ew ê gerîla biqedîne û heta tenê yek jî nemine, dê îmhayê bidomîne. Bi çek û teknîka herî pêşketî êrişên xwe didomîne.

Lê belê li hemberî vê yekê gerîla her roj soza xwe nû dike û dibêje "Em ê Kurdistanê azad bikin, faşîzmê hilweşînin." Ala berxwedanê nakeve û îdiaya gerîla mezin dibe. Ev îdia û bawerî, bi hebûna peşengên mîna rêber Apo û lehengên mîna Mazlûm û Egîdan derdikevin holê. Rêber Apo digot çeka herî mezin mirov e. Ji ber ku wî dest bi şerê pere û çekan nekir. Vê têkoşînê bi mirovan re dest pê kir û heta roja îro hat. Eger mirov û bawerî hebin, yên din jî jixwe peyda dibin.

Em Egîd û Mazlûmên dibin gel û gerîla û lehengên şoreşger bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û em silavan li wan lehengan dikin ku li ser şopa wan dimeşin.