Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan

Bi nêzîkbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan îro bi rêya panelekê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi êl û rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nasandin. 

Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna rêber Ocalan
30 adar, 2022   16:03
HESEKÊ-MIHEMED UBÊD

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma Rêber Ocalan kî ye paneleke fikrî li dar xist. Di panelê de bi dehan rûspî û seroêlên herêmên Rêveberiya Xweser, nûnerên saziyên olî û lihevanînê hebûn.

Panel li xwaringeha El-Nuxbe ya li Hesekê li dar ket. Kesên panel bi rêve birine, behsa kurtejiyana rêber Abdullah Ocalan heta komploya navneteweyî kir ku di encamê de dîl hat girtin. Her wiha îşaret bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê hat kirin.

Di panelê de nêrînên rêber Abdullah Ocalan têkildarî aloziyan û rêbazên çareserkirina wan, fikrên wî li ser kêmneteweyan û jinan çi ne hatin bibîrxistin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim behsa kurtejiyana rêber Abdullah Ocalan kir û got: Fikrên wî întersyonalîst in û dûrî netewperestiya teng in ku dewletên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe li herêmê pêşxistin. Her wiha rêber Abdullah Ocalan gelek çareserî ji aloziyên li cîhanê re danîn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid der barê nêrîna rêber Ocalan a redkerê netewperestiya teng de axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan teqezî ji bo rêzgirtina hemû neteweyan da, ji fikirên bi armanca gihandina desthilatê yan jî rejîma desthilatê ku îro ew rejîm civakan kontrol dikin bi dûr kevin. Ji ber ew rejîm kiryara yek ziman, fikir, partî bi kar tîne ku piştre dîktatoran çêdike."

El-Ebid da zanîn ku nêrîna rêber Ocalan ji bo netewebûnê eşkere ye ku banga hevbeşiyê dike, mafê her neteweyekê heye ku çanda xwe biparêze û rêber Ocalan li dijî nijadperestiyê ye ku dihêe zordarî çêbibe û maf werin binpêkirin.

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî der bare nêrînên rêber Ocalan fikrên wî yên têkildarî jinan di civakê de wiha got: "Jin bi rêya fikrên rêber Ocalan pêşketinek di civakê de çêkir. Jin di fikrên xwe xwedî maf in. Rêbertî bi rêya parêzname û pirtûkên xwe derfet li pêş jinan vekirin mafên xwe bistînin."

Welîde Botî bal kişand ser dîroka jin ku mîna xwedawendekê bû, xwedî nirx bû û wiha got: "Lê piştî jin di civakan de tenê bû amûrek û ji xwendawendê bû kole. Lê rêber Ocalan di oxira rizgarkirina jinan de ji fikrên desthilat tê koşiya û hişt jin ji bo mafên xwe tê bikoşin."

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşan li pêş beşdaran hate vekirin. Beşdaran bal kişand ser girîngiya rojbûna rêber Ocalan, têkoşîna wî ji bo dîroka gelan û bandora wî li ser gelan, ji nav wan jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya projeya wî ya neteweya demokratîk a sînordarkirina zulm û bindestiyê û gel xwe bi xwe bi rê ve bibin.

ANHA