Zarokên şehîdan rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir

Bi nêzîkbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku 4`ê Nîsanê ye, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê şahiye ji zarokên şehîdan û malbatên wan re li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Zarokên şehîdan rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
30 adar, 2022   14:11
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya kantona Qamişloyê, îro şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Zarokên şehîdan û malbatên wan tev li şahiyê bûn. Meclisê kincên li ser wê wêneya rêber Abdullah Ocalan heye belav kirin.

/ar/uploads/files/2022/03/30/131257_2022-03-30-girke-sahiye-zarok-28429.webp

Piştre sînevizyonek têkildarî axaftina rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan. Dûre endamên meclisê şêranî li beşdaran belav kir.

(şx)

ANHA