Ji bo peydakirina kelûpelan bi nirxên guncew, sûkek li Amûdê hat vekirin

Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna Remezanê re, îro sûkeke demkî li navçeya Amûdê vekir da ku rê li pêşiya keysebaziyê bigire û kel û pelan bi nirxên guncew ji şêniyan re peyda bibin.

Ji bo peydakirina kelûpelan bi nirxên guncew, sûkek li Amûdê hat vekirin
30 adar, 2022   14:04
QAMIŞLO

Li ser daxwaza Yekitiya Kargehan, bi tevlêbûna 20 kargehên xwecih û şirketên madeyên xwarin û paqijiyê îro sûkeke demkî li qada şehîd Cîhad a li bajêr hat vekirin.

Dayîka şehîd Murad Amûde Ezîze Cûlî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û bi dehan şênî tev li merasîmê vekirina sûkê bûn.

Li gorî hevseroka Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sewsen Hisên ew ji vekirina sûkê armanc dikin ku rê li pêşiya keysebaziyê bigirin, berhemên xwecih teşwîq bikin û madeyan bi nirxên guncew ji şêniyan re peyda bikin.

Tê payîn ku sûk heta dawiya Remezanê vekirî be.

(şx)

ANHA