PYD’ê têkildarî Hefteya Lehengiyê semînerek li dar xist

PYD`ê bi boneya Hefteya Lehengiyê li Qamişloyê semînerek li dar xist.

PYD’ê têkildarî Hefteya Lehengiyê semînerek li dar xist
30 adar, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Hefteya Lehengiyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê, semînerek li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/03/30/113024_img_9064.webp

Destpêka semînerê li ser jiyan û berxwedana gerîla, têkoşîna şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) û şehîd Mazlûm Dogan sînevîzyonek hate nîşandan.

Dûre endamê rêveber ê PYD`ê Aslan Mihemed axivî û got: "Ev roj bi hêsanî nehatiye mîsogerkirin, lê belê bi saya fedakariya şehîdan û fikrên rêber Abdullah Ocalan e."

Aslan Mihemed diyar kir ku artêşa Tirk û PDK xwe ji şerê li dijî PKK`ê re amade dikin, lê ew ê li dijî wan bisekinin.

(eh)