​​​​​​​Balafirên artêşa Tirk herêma Metînayê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rêzeçiyayên Metînayê yên li navçeya Dêrelok û Şêladizê yên Başûr bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên artêşa Tirk herêma Metînayê bombebaran kir
30 adar, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, saet di 13:20’an de balafirên şer ên dewleta dagirker, 3 caran rêzeçiyayên Metînayê yên Dêrelok û Şêladiz yên Dihokê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Tirk, nêzî cihên niştecihbûna xelkê sivîl bombebaran kirin. Heya niha der barê ziyanan de agahî nehatine wergirtin.

Duh jî artêşa Tirk çiyayê Kurêjaro bi dijwarî bombebaran kiribû.

(şx)