​​​​​​​Meclisa Ehdasê: Teqîn ji ber tupên gazê pêk hat

Meclisa Ehdasê da zanîn ku li gorî agahiyên li ber destê wan, teqîna li navçeyê ji ber topa gaze çêbûye.

​​​​​​​Meclisa Ehdasê: Teqîn ji ber tupên gazê pêk hat
30 adar, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa navçeya Ehdasê ji ajansa me re destnîşan kir ku teqîna li Komîna 7`an a navçeyê, ji ber tupa gazê pêk hatiye.

Endamên meclisê diyar kir ku xebatên lêgerînê berdewam in û li gorî agahiyên destpêkê, dema koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê kom bûbûn da ku alîkariyên xwarinê wergirin, teqîn pêk hatiye.

(şx)