Şêniyên Hesekê 137 şehîdên meha Adarê bi bîr anîn

Şêniyên Hesekê 137 şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna armancên Şoreşa 19`ê Tîrmehê da.

Şêniyên Hesekê 137 şehîdên meha Adarê bi bîr anîn
30 adar, 2022   11:36
HESEKÊ

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê 137 şehîdên meha Adarê ku di salên cuda de şehîd bûne, li Hola Reşo ya bajêr bi bîr anîn. Bi sedan şêniyên Hesekê, malbatên şehîdan û endamên meclisê tev li merasîma bîranînê bûn.

Malbatên şehîdan 83 şervanên YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Gel (HPG) û 54 şehîdên sivîl ku êvara cejna Newrozê ya 2015`an şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di destpêka bîranînê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên got: "Em îro şehîdên ku ji bo me tê koşiyan û parastina me kirin, bi bîr tînin. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin, da ku armancên wan pêk bînin û parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bikin.”

Piştre endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê axivî û got: "Şehîdan di oxira parastina herêmên xwe de, şer kir û lewma ger ne ji fedakariya wan bûya, dê herêm têk biçûya."

Alan Hesekê soza şopandina rêya şehîdan heta mîsogeriya ewlehiya welêt da.

Di dawiya merasîma bibîranînê de, sînevîzyonek hat pêşandan.

(eh)

ANHA