Li Derayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Hemwextî rageşiyên li Derayê û pêkanîna "lihevkirinan" çekdarên nenas îro li ser rêya Dail-Derayê 2 leşkerên hikumeta Şamê kuştin.

Li Derayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
30 adar, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas li ser rêya Dail-Derayê gule li hêzên hikumeta Şamê reşandine û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Her wiha duh bi şev li herêma Nesîb a li rojhilatê Derayê kesek hatibû kuştin.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka Çileyê ve li Derayê 113 êriş pêk hatine, di encamê de 92 kes hatine kuştin ku ji wan 50 sivîl in.

(eh)