Daxuyaniyên erênî yên Rûsya û Ukrayna têkildarî dan û standinan

Ji daxuyaniyên Ukrayna û Rûsyayê yên têkildarî dan û standinên duh, xuya bû ku erênî ne. Rûsyayê jî rawestandina operasyonên leşkerî destnîşan kir. Lê serokên rojavayî, gumanên xwe der barê niyeta Rûsyayê de anîn ziman.

Daxuyaniyên erênî yên Rûsya û Ukrayna têkildarî dan û standinan
30 adar, 2022   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî danûstandina di navbera Rûsya û Ukraynayê de, nûnerê Ukraynayê yê NY`yê Sergey Kiselizia got, civîna dawî ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku li Stenbolê hate lidarxistin, dide xuyakirin ku Moskov ji aştiyê re amade ye.

Kiselizia Her wiha got: "Îmzekirina peymanên bi armanca mîsogerkirina ewlehiya Ukraynayê dê tenê piştî vekişandina hemû hêzên Rûsyayê ber bi nuqteyên xwe yên 23`ê Sibata 2022`yan ve, pêkan be."

Cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê ku endamekî şandeya Rûsyayê ya diyalogan e Alexander Fomin anî ziman ku Rûsya biryar daye ku  dê operasyonên leşkerî li Kiev û Chernihiv sivik bike.

Fomin da zanîn ku Rûsya ji gavên ku avêtine, armanc dike, baweriyê xurtir bike û şert û mercan peyda bike da ku dan û standin bi ser kevin.

Têkildarî cezayên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin, kanala NHK TV diyar kir ku hikumeta Japonyayê guhartin di qanûnên danûstandin û pevguhartina diravan de çêkiriye, da ku Rûsya nikaribe beşek ji sermiyanên xwe ji cezayan dûr bixe.

Hemwextî vê yekê Wezareta Parastinê ya Amerîka ragihand ku DYA`yê û hevalbendên xwe dê piştgiriya leşkerî ya ji Ukraynayê berdewam bike û dê Washington di rêkeftina bi Moskowê de tu mercan li ser Kîevê ferz neke.

Berdevkê wezîran John Kirby di civîneke çapemeniyê de got: "Di 8 salên derbasbûyî de, DYA`yê û hevalbendên wê destekeke mezin da artêşa Ukraynayê."

Berdevkê wezîran her wiha got, ew ê vê destekê di pêşerojê de jî berdewam bikin, da ku hewcedariyên Ukraynayê yên ewlehiyê dabîn bikin.

Di qada meydanî de Fermandariya hêzên Donetsk anî ziman ku piştî topbarana Ukraynayê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.

Nûnertiya Lugansk da zanîn ku hêzên Ukraynayê careke din bajarê Donetsk topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh daxuyandibû ku di 2 hefteyên derbasbûyî de, baregeheke sotemeniyê ya Ukraynayê li herêma Revn û 68 avahiyên leşkerî yên Ukraynayê ruxandine û 3 balafirên bê mirov tune kirine. Li aliyekî din jî 600 çeteyên biyanî yên li Ukraynayê kuştine.

(eh)