Peyamên Rûsyayê ji Tirkiyê re: "Em dikarin dosyaya Sûriyê bilivînin"

Di vê dawiyê de li herêma "Bêçek" pêşketinên leşkerî rû dan. Hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker Tirk kirin hedef. Li ser mijarê lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Durzî da zanîn ku ev pêşketin peyamên hişyariyê yê Rûsyayê ji dewleta Tirk re ne ku ew dikare dosyaya Sûriyê bilivîne û herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, vegerîne.

Peyamên Rûsyayê ji Tirkiyê re: "Em dikarin dosyaya Sûriyê bilivînin"
30 adar, 2022   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Piştî tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukrayna, balafirên Rûsyayê bombebarankirina herêma "bêçek" zêde kirin, di heman demê de hêzên hikumeta Şamê nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk ên li herêmê kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), duşema borî ragihand, balafireke Rûsyayê bi 4 derbeyan derdora bajarokê Meret El-Nesan ê bakurê Idlibê bombebaran kir. Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsya li asîmana herêmê digerîn.

SOHR'ê ragihand ku balafirên Rûsyayê baregeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terora navneteweyî de ye) ku destekê ji rejîma Enqere digire bombebaran kir. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê gelek mûşek avêtin du baregehên artêşa Tirk ên li herêmên Miklibîs û Şêx Silêman ên li derdora Daret Ize yê rojavayê Helebê. Di encamê 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Ev hedefgirtin, piştî kêmî 24 saetan ji hedegirtina panzereke dagirkeriya Tirk bi mûşekekê ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li derdora bajarokê Kefer Noran ê rojavayê Helebê, pêk hat. SOHR’ê ragihand ku du balafirên bayraktar li seranserî eniya şer ên rojavayê Helebê geriyan. Di encamê d 3 di nav de efsereke, 3 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn ku rakirin nexweşxaneyên li Tirkiyê.

Ev derbeyên asîmanî yên Rûsyayê yên li herêmên çeteyên dewleta Tirk, ji destpêka tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukrayna di 24’ê Sibatê de yên yekemîn in.

'ÊRIŞA LEŞKERÎ YA MEZIN NE PÊKAN E'

Têkildarî geşedanên leşkerî yên li herêma "bêçek" û îhtîmala pêkanîna operasyonên leşkerî ji aliyê Rûsya ve li dijî artêşa Tirk a dagirker, lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Durzî got, mercên siyasî yên navneteweyî û herêmî ne gucaw in ku operasyoneke leşkerî ya mezin li dijî dagirkeriya Tirk û tevahî çeteyên wê yên li bakurê Sûriyê pêk were.

El-Dirzî wiha domand: "Beriya ku gavekê wiha were avêtin divê baş bê lêkolînkirin û çi xebatên mezin heta piştî encamên şer ên li Ukrayna neyên diyarkirin, werin derengxistin an jî heke pêşdeûnên mezin li asta destwerdana DYA’yê li karûbarên Sûriyê çêbibin û şerek bi Rûsyayê re li Sûriyê bê kirin."

'DIBE KU PEYAMÊN HIŞYARIYÊ DIRÊJ BIKIN'

Şîrovekaran da zanîn ku piştî girtina tengava Bosfor ji beriya du rojan ji hêla dewleta Tirk ve bi hinceta hebûna mayînê, Rûsya nas kir ku ev yek li dijî wan e ku dewleta Tirk jî di ambargoya li ser Rûsyayê de beşdar e, ji wê zêdetir jî dewleta Tirk balafirên bêmirov ên Bayraktar " dide Ukrayna. Van hemûyan hişt ku Rûsya peyameke nîşanî dewleta Tirk bike ku peymanên Rûsya-Tirkiyê ku hiştiye dewleta Tirk li Sûriyê hebin, dibe ku werin guhartin û hedefgirtina beriya du rojan çêbûne nîşaneyên vê yekê ne.

Têkildarî peyamên ku Rûsya dixwaze bide dewleta Tirk e, El-Durzî ev tişt got: "Xwezaya şer, xwezaya bombebaranê û xwezaya destwerdanê îsbat dikin ku peyamên Rûsyayê hene. Li kêlek wê jî peyamên Sûriyê hene ku hebûna xwe bi çarenûsa şerê li Ukraya ve girê daye û bi vebijêrkên Rûsyayê ve girêdayî ye. Dibe ku ev peyam bi Sûriyê ve sînordar nemîne, dibe ku heta herêmên Kafkasya û herêma Qerebaxê ve biçin. Her wiha ew peyam bi awayekî esasî girêdayî destwerdana nerasterast a Tirkiyê ya li şerê  li Ukraynayê ye. Tirkiyê bi dronan destekê dide hikumeta Zelensky, her wiha gireva Crime nas nekir û qebûl nekir ku piştî referandoma 2014’an tev li Rûsya bê kirin. Ew peyamên hişyariyê ne. Rûsya bi van peyaman dixwaze ji dewleta Tirk re dibêjin ku ew dikarin dosyaya Sûriyê bilivînin û sozên ku Tirkiyê hinceta parastina ewlehiya we ya neteweyî li Sûriyê wergirtine, dikarin werin binpêkirin. Her wiha dixwaze bêje ku ew dikare rewabûnekê leşkerî bidin dewleta Sûriyê da ku herêmên ji dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, vegerînin."

'IDLIB GIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ YE'

Hemwextî êrişên hikumeta Şamê yên li dijî nuqteyên leşkerî yên çeteyên Enqereyê, balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên Cebhet El-Nusra yên li Idlibê bombebaran kirin. Li ser vê yekê ji herêma "bêçek" hate ragihandin ku balafirên Rûsya baregeha çeteyên Tehrîr El-Şam bombebaran kir, di encamê de navend bi temamî hilweşiya.

Derbarê vê mijarê de Ehmed El-Durzî got, Idlibê girêkeke navneteweyî ye, ne girêkeke sûrî ye û wiha pêde çû: "Ji ber li Idilbê komên terorîst hene ku ku dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wan bi kar tîne da ku bi rêya wan zextê li Rûsya û Çînê bikin. Li gorî peymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, diviyabû komên mîna Cebhet El-Nusra li Idlibê bihatana jihevxistin. Lê berovajî wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî mezin parastina hebûna wan dike û dixwaze binesaziya wê ya qanûn û teşeyê wê yê qanûnî ji rêxistina terorîst a Cebhet El-Nusra ber bi Fetih El-Şamê ve biguherîne û di aliyê siyasî de destekê wê bike."

Her wiha El-Durzî îşaret pê kir ku Rûsya bi rêya peyam û livandina dosyayê zextê dike ku çeteyên biyanî yan jî cîhadîst ji Idlibê ber bi herêmên şer ên li Ukraynayê ve neyên şandin û destekê nedin projeya Amerîka ya dorpêçkirina Rûsya.

'RÛSYA BERIYA DOSYAYA UKRAYNA WÊ DOSYAYA SÛRIYÊ BI DAWÎ NEKE'

Girêdayî xwesteka Rûsya di pêkanîna serkeftinê li Sûriyê de bi rasthatina tevgerên xwe yên leşkerî li Ukraynayê lêkolîner Ehmed El-Durzî ev tişt got: "Bi teqez Rûsya serkeftin û çareserkirina dosyaya Sûriyê dixwaze ku dibe barekî jê re çêke. Dibe ku serkeftina Rûsya li bihêle Rûsya bibe lêvegereke navneteweyî ji herêmê re û îsbat bike ku ew piştî paşdeçûna Amerîka li herêmê û cîhanê bibe xwedî rolek, bi taybet piştî vekişîna wê ji Efganistanê. Lê ev mijar niha ne guncaw e ku beriya şerê li Ukryana bi dawî bike, dosyaya Sûriyê bi dawî nake."

El-Durzî got: "Gelek dosyayên hevbeş di navbera Rûsya û dewleta Tirk de hene, her wiha qadên nakokî û hewldanên tevkariyê hene ku tê de hîmanên erdnîgarî, siyasî  û dîrokî yên di navbera her du aliyan de hene. Dîrokeke tije şer e, ji sedsala 16’an heta bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê di navbera wan de zêdetirî 12 şeran hene."

Li kêlek van dosyayên bigirêk ên hevbeş ên her du aliyan, lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Durzî wiha bi dawî kir: "Dosyaya tengavan jî heye, bi taybet tengava Bosfor. Divê deriyek ji Rûsyayê re di avê de hebe. Lê ew mehkumî peymana Montreux a 1936’an e. Li gorî wê peymanê ji derveyî şerên leşkerî tevger rewa ye û bêyî destûra Rûsya divê hêzên deryayî yên biyanî mîna NATO û dewletên din derbasî deryaya Reş nebin."

(fr)

ANHA