Li kantona Şehbayê teqîn

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li avahiyekê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, windahî û zirarên madî hene.

Li kantona Şehbayê teqîn
30 adar, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidexistin, li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li avahiyekê teqînek pêk hatiye.

/kr/uploads/files/2022/03/30/085731_.webp

Tîmên şaredariyê yekser berê xwe dane cihê bûyerê û heta niha 5 kes ji bin avahiya ku wêranbûyî derxistine.

Xebatên lêgerînê berdewam in, lê heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn.

(şx)

ANHA