Li Başûrê Kurdistanê jin di navbera pencên desthilat û tundiyê de

Li Başûrê Kurdistanê jin di navbera pencên desthilat û tundiyê de
30 adar, 2022   07:17

HÊVÎDAR XALID

Tundî hemû kiryarên dermirovî ne ku zirarê didin microvan, çi tundiya bedenî yan jî cinsî yan jî aborî û heta civakî jî.

Em dikarin bêjin ku ev kiryar ji berê ve hatine kirin. Lê di vê dawiyê de zêde bûne, bi taybet li Rojhilata Navîn û li Başûrê Kurdistanê.

Kabûsa tundiyê ya li dijî jinan ku ji mêj ve pêk tê û êdî ne pêkan e ku kesek li hember wê bisekine yan jî çareseriyekê jê re peyda bike, êdî bûye pirsgirêkeke sereke li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê. Jin û keçên ciwan dibin qurbaniyên van kiryaran. Hîna li Başûrê Kurdistanê rojane jin û çalakvanên jin di rewşên nediyar de têne kuştin.

Bê guman ji ber gelek sedeman ev diyarde belav bûye. Di nav de aloziya aborî heye. Em baş dizanin ku Başûrê Kurdistanê bi berhemên binerd mîna petrol û gazê dewlemend e, lê piraniya şêniyên wê xizan in. Ev jî vedigere siyasetên binkeftî yên desthilata Başûrê Kurdistanê û gendeliya di saziyên wê de.

Ji ber aloziya aborî û çaresernekirina aloziyan, gelek malbatên xwedî debareke kêm, ji gund û bajaran koçber dibin. Her wiha ev rewş bi giştî bandorê li jiyana niştecihan, bi taybet jinan, dike.

Jin li Başûrê Kurdistanê ji mafên xwe yên jiyanê yên herî hêsan bê par in. Rastî hemû cureyên tundiyê tên. Bo nimûne heke jinek rastî tundiyê were û li cem polîsan gilî bike, polîs jê re dibêje şerm e, nabe tu wisa bikî. Di dawiyê de jin bi hevjîn an jî mêrê tundî lê kiriye re li hev tê. Piştî vegere malê jî, rastî tundiyeke xirabtir tê, ji ber ku li herêmê tu qanûnek jinan biparêze tune ye. Ev tê wateyê ku jin li Başûrê Kurdistanê nayên naskirin û sedema bingehîn jî ku ji pêvajoyên dayîna biryaran dûr in.

Lê tundiya herî xeternak li dijî jinan li Başûrê Kurdistanê tê kirin, zewicandina zarokan e ku di vê dawiyê de bi awayekî berbiçav belav bûye. Malbat zarokên xwe di temenekî biçûk de bi kesên temenmezin re dizewcînin. Ev diyarde li ser zarokan û civakê xetere ye. Di civakê de bûye nexweşî ku divê bi lez were çareserkirin.

Diyardeya xwekuştinê jî li Başûr gelekî belav e. Sedemên wê gelek in; malbat zarokan neçarî kirina gelek tiştan dikin ku nikarin fêm bikin, ji xwedinê bê par dihêlin, nahêlin bi tenê ji malê derkevin. Ev kiryar ji xwezaya jinan a azadîxwaz dûr in û di encamê de jin bi rêbazên şaş hewl didin azadiya xwe bi dest bixin ku di dawiyê de xwe dikujin. Belavbûna teknolojiyê û înternetê, hejmara sûcên kuştina jinan û tundiyê zêde kir. Bi taybet bûyerên şantajê ku li dijî jinan pêk tên, bi taybet zarokan.

Dubarebûna vê diyardeyê bi awayekî zêde di nav mêr û jinan de bi sedema rewşên madî yên dijwar ên her du aliyan, nîşaneya xetereyeke mezin e. Ne tenê li ser jinan, lê belê li ser civakê bi giştî, ji ber zirarên wê yên derûnî û civakî hene. Ji lew re divê saziyên têkildarî dozen jinan tev bigerin û çareyeke guncaw ji vê pirsgirêka civakî re bibînin, nexasim ku jin bûne qurbaniyên kevneşopan û rewşa aborî ya dijwar.

Lê ya herî kirêt, li Başûrê Kurdistanê saziyên ewlehî û dadgeriyê hincetan ji bo sûcên li dijî jinan dibînin. Li rex wê jî sûcên di bin navê namûsê de di nava civakê de belav in.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di Hezîrana 2011’an de qanûna qedexekirina sinetkirina jinan û tundiya malbatê derxist. Heta di qanûnê de, cezayê sûcdarên sûcên namûsê, hin caran digihêje muebetê, lê ev qanûn pêk nayê, ji ber ku saziyên ewlehiyê di vî warî de erkên xwe naynin cih. Ji wê zêdetir, gelek caran doz nagihêje dadgehan lê malbat mudaxele dikin.

Ji ber siyasetên desthilatê ev tundî li dijî jinan tê kirin. Desthilat gendelî, dizî û heta kuştin wek kiryarên asayî dibîne. Li rex wê jî xelkê herêmê bedbîn e ku guhertin pêk were. Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan, divê aliyên têkildar erkên xwe bînin cih, çareseriyekê ji vê diyardeyê re peyda bikin, nexasim di warê mafan de. Ji bo parastina jinan divê qanûnan derxin, sûcdaran ceza bikin, jinan bi mafên xwe bidin nasandin û wan teşwîq bikin ku serî li daîreyên dadgehê bidin da ku mafên xwe bi dest bixin, xwe di saziyan de bi rêxistin bikin da ku xwe biparêzin.

(fr)