Li Qazaxistanê êrişa nîjadperest: Jinek Kurd hate qetilkirin

Komek kesên ji Qazaxistanê êrişî gundê Kurdan Sovetskoyê ya li Qazaxistanê ye kirin û jina Kurd Rostamova Xanim a 66 salî bi îşkenceyê qetil kir.

Li Qazaxistanê êrişa nîjadperest: Jinek Kurd hate qetilkirin
29 adar, 2022   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gundê Sovetskoyê yê navçeya Saîram a girêdayî herêma Turkîstana Qazaxistanê ye, li hemberî malbatên Kurd êrişa nîjadperest pêk hat. Komek kes êrişî maleke Kurd kir û jina bi navê Xanim Koçer (66) şewitandin.  Malbata Rostamova ew rakir nexweşxaneyê lê belê piştî demek kurt li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên gundiyan parve kirine, gundê Sovetskoyê piştî şerê Sovyetê Kurdên Bakurê Kurdistanê koçber bûne û li vî gundî bi cih bûne. Ji ber wê yekê jî navê gund Sovetskoy e. Lewra ev Kurdên koçber hertim rastî êriên nîjadperest yên gelên Qazaxistanê hatine. Beriya niha di demek kurt de jî li ser medyaya dîjîtal jî û bi awayek fîzîkî jî êrîşên nîjadperest pêk hatine. Herî dawî jî di 25’ê Adarê de komek kes êrîê mala Rostamova Xanim dikin. Li gorî agahiyan Rostamova çawa derî vedike benzîn pêde dikin û dişewitînin.