Li Îsraîlê 5 kes hatin kuştin

Li bajarê Benî Birat ê Til Avîvê, ji ber gulebarana ji aliyê welatiyekî Filistînê ve 5 îsraîlî hatin kuştin.

Li Îsraîlê 5 kes hatin kuştin
29 adar, 2022   19:14
XEZA

Çavkaniyan ragihand ku di encama gulebaranê de di nav de polîsek 5 îsraîlî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Hate gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Li gorî polîsên Îsraîlê, kesek ku li motorsiklêtekê bû li ser 3 herêmên bajarê Benî Birak  gule reşandin û got, derbarê aqûbeeta wî kesî de guman hene.

Kenala 13`an a Îsraîlê ev heftî weke "heftiya bi xwîn" pênase kir ku di "3 dijwarkirîn çalakiyan" de 10 îsraîlî hatin kuştin.

 (bx)