Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê li goristana Şehîdan veşartin.

Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin
29 adar, 2022   15:04
MINBIC

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihemed Omer duh (28) Adarê dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmeke girêseyî li goristana Şehîdan a Minbicê hate veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê ya li naverasta bajêr wergirt û ber bi goristana Şehîdan a li başûrê bajêr ve ketin êr.

Merasîm bi toranekî leşkerî ji hêla endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mihemed El-Ezîzî axivî û wiha got: "Em îro li vê cihê pîroz kom bûne ku cenazeyê şehîd Îbrahîm xelatî vê xakê bikin ku di oxira aştî û ewlehiya welat de canê xwe da."

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El-Zahir axivî û wiha got: "Gotin têra fedekariyên şehîdên di oxira welat bi azad û rûmet bijîn de têrê nakin."

Cîgirê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Adil Mihemed jî wiha axivî: "Bila hemû bizanin ku çer ku jin lehengan tînin ku parastina vî welatî bikin em bi hezar xêrî ne. Em rêça wan dişopînin ku her bihostek ji vê xaka dagirkirî rizgar bikin. Em di avakirina civaka demokrat a azad de ku tê de rêbezên edalet û demokrasî û biratiya gelan misoger bibe, berdewam in."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina berxwedana wan hate veşartin.

(fr)

ANHA