Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin

Bi bonehya salvegera 4’an a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê şahiyek li hola Mîtan a kantona Şehbayê hate lidarixstin.

Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
Li Şehbayê salvegera damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê hate pîrozkirin
29 adar, 2022   14:36
ŞEHBA

Bi boneya salvegera 4’an a damezrandinê ku dikeve 27’ê Adarê, Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba şahiyek li hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan endamên sazî, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê beşdarî şahiyê bûn. Hol bi pankartên "Xwîna şehîdan menareya azadiyê ye", "Mafê vegere pîroz e", "Bi fikir û zanabûnê kesayeta partî ya rêxistinkirî ava dibe" û "Bi zend û israra ciwanan em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke pêşerojê ava bikin" hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba Mihemed Beyrem geşedanên siyasî yên li Sûriyê û cîhanê bi giştî şîrove kirin.

Mihemed Beyrem got: "Siyasetên dewletên hegemon cîhan ber bi xwe ve kişand û piştî hilweşîna Yekitiya Sovyet cîhanê kontrol kir, her wiha destwerdan li Bihara Ereban û krîza Sûriyê kir ku êdî bûye qada destwerdanên hêzan li herêma Rojhilata Navîn."

Beyrem îşaret bi sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Efrîna dagirkirî, siyasetên guhartina demografîk, qetilkirin, dizîn, wêrankirin û hilweşandina şûnwaran, kir.

Li dawiyê, Beyrem got çareseriya yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyê yekitiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û pêkanîna rêgeza demokrasiyê ye.

Piştî axaftinê, helbest li ser krîza Sûriyê, kantona Efrîn û xwişkbûna xwezaya wê hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef di nava partiyê de hate pêşandan.

Piştre endamên partiya stranên bi zimanên erebî û kurdî gotin.

Di dawiyê de govend hatin gerandin.

(fr)

ANHA