Li Siweydayê alozî

Li Siweydayê hêzên hikumeta Şamê endamekî şandeyeke olî ya ji Lubnanê binçav kir, wekî bersiv, Tevgera Rîcal El-Kerama dewriyeke hêzên hikumetê qewitandin. Li parêzgehê alozî heye.

Li Siweydayê alozî
29 adar, 2022   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li bajarê Siweydayê alozî û liv û tevgera Rîcal El-Kerama heye.

SOHR ragihand, hêzên hikumeta Şamê endamekî şandeyeke olî ya ji Lubnanê binçav kir, wekî bersiva vê yekê Tevgera Rîcal El-Kerama dewriyeke hêzên hikumeta Şamê li çerxerêya Cerayê qewitand. Li parêzgehê liv û tevgera Rîcal El-Kerama heye.

Şandeya olî ya ji Lubnanê ji bo sersaxiyê ji malbata şêxekî mezheba Dirzî re serdana Siweydayê kir.