​​​​​​​Nasnameya çeteyê li Holê hat kuştin eşkere bû

Nasnameya çeteyê şaneya DAIŞ`ê yê di şerê duh ê li kampa Holê de hate kuştin, hate eşkerekirin.

​​​​​​​Nasnameya çeteyê li Holê hat kuştin eşkere bû
29 adar, 2022   14:28
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji kampa Holê ragihand ku çeteyê di bersivdayîna êrişa duh a li ser dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate kuştin, ji parêzgeha Idlibê ye.

Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Kampa Holê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine girtin, navê çeteyê hatiye kuştin Hesen Idlibî ye. Di wêneyê ku jê re hatiye kişandin de cilê QSD'ê li xwe kiriye.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirên, duh bi şev, li kampa Holê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê êrişî dewriyeyeke hêzên ewlekariyê kir. Di encamê de şer rû da û 3 saetan dewam kir, di şer de çeteyek hate kuştin.

ANHA