​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cûda hatin dayîn.

​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
​​​​​​​Bi boneya 4'ê Nîsanê civîn  û semîner hatin lidarixstin
29 adar, 2022   14:11
EYN ÎSA

Bi boneya nêzîkbûna 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî re civiya.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl axivî, îşaret bi pirsgirêkên ku di sedsala borî de derketin kir û ev pirsgirêk spart fikirê desthilatdar û zihniyeta netewdewlet û got: "Şerê Cîhanê yê Yekemîn, nakokiyên siyasî û aborî,  her wiha qurbaniyên bi milyonan mirovan encamên vê zihniyetê ye."

Bozan Xelîl diyar kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan di serdema şer a di dîroka netewe û gelên bindest de hat, ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe ve di nav nakokiyan de û ji bo guhertinan de di nava hewldanan de bû.

Xelîl destnîşan kir ku tecrûbeyên rêber Ocalan ên li ser asta malbatê û civakî di hişê wî de fikirê guhertinê çêkir ku ji gelê xwe dest pê bike yê ku ji mafên xwe bêpar hatibû hiştin.

Her wiha da zanîn ku fikirê rêbertî hate redkirin û wiha domand: "Rêbertî têkoşîna xwe domand û bi hevalên xwe re bingehê yekemîn ê avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê danî. Ev tevger bi hêzê ji aliyê dewletên desthilatdar ve hate rekirin, lew ra komplo li hemberî wî pêk anîn û ew dîl girtin."

Bozan Xelîl diyar kir ku gelên herêmên xwedî li fikir û felsfeya rêber Ocalan derketin û ji bo azadiyê têkoşînê dikin.

REQA

Bi heman boneyên Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo danasîna felsfeya rêber Ocalan civînek li dar xist. Civîn bi amadebûna şêx û rûspiyên eşîrên Ereb li navenda çandê hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr Zîb, alîkarê sekretêra Gitşî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ebû Cûd û berpirsê Têkiliyên Giştî yê Leşkerî ya Herêma Firatê Mistefa Balî ve hate birêvebirin.

Alîkarê sekretêra Gitşî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û ji şêx û rûspiyan xwest ku parêznameyên rêber Abdullah Ocalan bixwînin da ku fikirê wî bêtir fam bikin.

Hesen bal kişand ser rola felsfeya rêber Ocalan di avakirina neteweya demokratîk de û got:  "Rêber Ocalan bavê ruhî yê vê felsfeyê yê û banga pêkanîna wê dike."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû û banga pêkanîna ramanê rêbertî û xurtkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

KOBANÊ

Li  Kobanê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan semînerek li mizgefta Şêx Salih Neqişbendî hate dayîn. Piştî rêzgirtin, meleyê mizgefê Îzedîn Şino behsa jiyana rêber Ocalan ji zarokatiya wî ve heta avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê û komploya li hemberî wî kir.

Seroka Meclisa Olî ya Jinan a Kantona Kobanê Leyla Îsamîl jî bal kişand ser fikir û felsfeya rêber Ocalan derbarê ol û baweriyan û projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de kir.

Rêveberê Saziya Olî ya Kantona Kobanê Ebdurehman Şewket jî di semînerê de behsa rola ol û xîtaba olî di civakê de kir û got: "Di demên dawî de gelek fitne derketin, xwestin xelkê ji olê xweda dûr bixin. Bi taybet komên terorîst ên tundraw ji bo talankirina milkan û kuştinê hatin û van kiryaran bi navê ola îslamê pêk tînin."

Şewket anî ziman ku îslam ji van sûcan dûr e û îslam ji bo parastina mafan û jiyaneke ewle û aştiyane hatiye.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pzd8Abelg2M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, semînerek li ser rojbûna rêbertî û nêrînên rêbertî derbarê îslamê de da. Semîner bi amadebûna oldar, endamên kongreyê û meleyên mizgefan li mizgefa Mezin a Dêrikê hate dayîn.

Endamê rêveber ê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cemîl Haco axivî. Di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Hefteya Lehengiyê û bandora wê li her çar aliyên Kurdistanê. Her wiha behsa rola şêx û oldaran di şoreşên kurdn ên li hembrî dagirker û sîstemên destpotî yên ku komkujî li dijî kurdan anîn de, kir.

 Cemîl Haco rojbûna rêber Ocalan û felsfeya wî bi pêngaveke nû ji bo gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz wesifand û ev tişt got: "Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de girîngî da cewherê ola henîfî û çawa ku ji aliyê sîstemên serdest ve hate bikaranîn da ku bi navê îslamê gelan tune bike û komkujiyan li dijî wan pêk bîne. Îslama henîfî ji van kiryaran dûr e."

Haco da zanîn ku rêbertî di peyama xwe de banga parastina mîrateya şaristanî ya gelên herêmê bêyî cudabûna mezheb, ol, etnîk û neteweyan û jiyana hevbeş kir.

Haco her wiha diyar kir ku sîstemên dagirkerên Kurdistanê bi navê ola îslamê li Efrîn, Dêrsim, Helebçe û gelek deverên din ên Kurdistanê komkujî pêk anîn û demografiya herêmê guhert û kesên biyanî li herêmên kurdan bi cih kirin, tecawîz li jinan kir û mal û milkên gel dizîn.

Heman semîner li mizgefa Elî Bin Ebî Talib a Girkê Legê ji aliyê endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Elî Resûl ve hate dayîn.

ANHA