Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûda fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) hat bibîranîn.

Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
Şehîd Egîd li gelek bajaran hate bibîranîn
28 adar, 2022   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 36'an a şehadeta fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) e. Bi vê wesîleyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cûda hatin lidarixistin.

DÊRIK

Bi dehan Dayikên Aştiyê yên navçeyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan kom bûn û bi daxuyaniyekê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Şehnaz Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku meşaleya ku Mezlûm Dogan li girtîgeha Amedê pêxist hîna li seranserî Kurdistanê ji bo azadî û xilasiya ji nêrînê koletî û desthiltdariyê pêketîye.

Di daxuyaniyê de bêdengiya cîhanê ya li hemberî komploya navneteweyî bi tundî hate şermezarkirin û bang lê hate kirin ku bi lez bikeve tevgerê, dewleta Tirk neçar bike ku rêber Ocalan azad bike û pê re rune û doza kurdî çareser bike.

Dayikên Aştiyê bang li desthilata Başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî kir ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk re li hemberî gelê Kurd bisekinîne û gotin: "Ji her kesî re eşkere ye ku malbata Barzanî bi rêya girêdana xwe ya aktîv bi dewleta Tirk re bûye palpişta Erdogan û projeyên wî yên dagirkirinê li Başûrê Kurdistanê pêk bîne û li hemberî berxwedana gerîla tevdigere."

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê, endam û rêveberên meclisên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir, Amûdê û Til Hemîsê, merasîmê bîranîan şehîd Egîd li dar xist.

Hola bîranînê bi wêneyên fermandar Egîd, wêneyên şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên YPG, PKK, YPJ, pankartên bi nivîsên "Bi rihê yekitiya neteweyî em ê li hemberî xiyanetê di rêzekê de bisekinin", "Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyaneteke mezin e" û "Bijî biratiya gelan, bemire îxanet" hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir û sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Egîd hate pêşandan.

Paşê koma Cûdî stranên şoreşgerê gotin.

Bîranîan bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi beşdarbûna kesayetên welatparêz, nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê û bi dehan şêniyên kantona Kobanê, merasîmê bîranîna şehîd Egîd li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin. Hola biranînê bi wêneyên şehîdan hat xemilandin.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandina ser têkoşîna fermandar Egîd.

Di dawiyê de diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

EYN ÎSA

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî, şehîd Egîd bi semînerekê hate bibîranîn.

Semîner ji aliyê PYD'ê ve li hola civînana a Eyn Îsayê hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya li hemberî rejîma Tirk a faşîst vegot.

Hec Îsa diyar kir ku ji ber mafên gelê Kurd ê hatibû çewisandin Tevgera Rizgariya Kurdistanê têkoşîna çekdarî ragihand û got, fermandar Egîd li hemberî dagirkeriya Tirk fîşeka yekemîn teqanad. Hec Îsa li ser taybetmendiyên şehîd Egîd jî ev tiştî got: "Şehîd Egîd ji zarokatiya xwe ve fikirê netewdewlet û rejîma şovenîst a dewleta Tirk red kir ku gel di ser gelekî din re digire û xisûsên gelên din, bi taybet ê Kurd înkar dike û hewl dide çanda wê qir bike."

Bekir Hec Îsa berxwedana gerîlayan a li hemberî dewleta Tirk silav kir û soza şopandina xeta têkoşînê da.

Di dawiyê de dirşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

HELEB

YPG û YPJ'ê merasîmê bîranîna şehîd Egîd li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqêf li dar xist. Bi dehna şêniyên her du taxan, şervanên YPJ û YPG'ê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi torana leşkerî û deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPG'ê Şervan Efrîn, di kesayeta şehîd Egîd de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Şehîd Egîd berpirsyariya dîrokî ya parastina Kurdistanê û rizgarkirina gelê Kurd ji zilm û qirkirinê pêk anî."

Şervan Efrîn diyar kir ku ew ê li hemberî hemû siyaset û planên li dijî gelên herêmê şer bikin û got: "Guleya ku şehîd Egîd teqand bingeha şoreşa gelan bû."

Merasîm bi diruşmyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA