Xwendekarên zimanê kurdî yên serkeftî hatin xelatkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbic û gundewarê wê şahiya derçûna xwendekarên zimanê kurdî li dar xist.

28 adar, 2022   16:15
MINBIC

Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, saziyên civaka sivîl, leşkerî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partiyên siyasî û saziyên jinan beşdarî şahiyê bûn ku navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo axivî, kesên di her sê astên zimanê kurdî de qedandine pîroz kir û girîngiya ku her yek bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe, destnîşan kir û got: "Ziman nasnameya gelan e."

Hevseroka Nivîsgeha Fêrkirina Zimanan Îlham Ataş got: "Bi fêrbûnê netewe pêş dikevin. Vaye em di vê roja pîroz de berhemên xebatên 98 xwendekarên xwe dibînin."

Piştî axaftinan, hunermend Qemer Firêh stranên erebî û kurdî gotin, her wiha Koma Arîn a Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê govendên folkorî yên kurdî gerandin.

Di dawiyê de bawername sê astan li xwendekaran, asta yekemîn 19 xwendekar, asta duyemîn 26 xwendekar û asta sêyemîn 57 xwendekar hatin belavkirin.   Her wiha 12 xwendekarên di rêza yekemîn de bi ser ketine, hatin xelatkirin.

ANHA