Partiya Sûriya Pêşerojê: Em ê têkoşîna ji bo civaka Sûriyê bidomînin

Partiya Sûriya Pêşerojê di salvegera damezirandina xwe ya 4`emîn de ragihand ku ew ê ji bo pêkanîna aşitî û demokrasiyê li tevahî Sûriyê xebata xwe xurttir bikin û ji bo civaka Sûriyê têkoşîna xwe bidomînin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Em ê têkoşîna ji bo civaka Sûriyê bidomînin
27 adar, 2022   13:41
REQA

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 4`emîn a damezirandina partiyê, li pêşiya avahiya xwe ya li Reqayê kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê sekretêra giştî ya partiyê Sîham Mihemed ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û damezirandina partiyê li hemû gelên Sûriyê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku projeya Partiya Sûriya Pêşerojê di nava tevlîhevî û aloziya heyî de ji bo rêvebirina pêvajoyeke siyasî û dîrokî gelek girîng e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Partî nûnertiya nasnameya Sûriyeya pirrengî dike, da ku armancên xwe yên azadî, wekhevî û edaletê pêk bîne. Em wekî partiyeke siyasî nasnameya xwe ya niştimanî ku temsîla derd, armanc, berjewendiyên gelên me yên sûrî bi hemû pêkhateyên wê yên siyasî û çandî dikin.

Partî hemû rêbazên taîfî red dike û hemwelatîbûna destûrê ya wekhev erê dike, li aliyekî din jî fikrê ku tenê yek partiyekê bingeh digire, red dike. Li gorî 4 salên kar û xebata siyasî em nûnertiya oposîzyona niştimanî û demokrasî dikin ku ji bo civakê tê dikoşe, her wiha baweriya me bi biratiyê û hevgirtina gelan heye.

Kar û xebata me ya demên derbasbûyî ji bo derbaskirina kaos û gendeliyê ya di nava 11 salan de bû. Her wiha ji bo lidarxistina diyalogên bi hemû aliyên siyasî re bû, da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina projeya demokratîk a destûrî li welat û bidestxistina azadiya gelên Sûriyê bidomînin. Em piştrast dikin ku gel bingeha qada me ya jiyanî ye, ku dikare bi rêya wê bingeha mêtingeriyê were hilweşandin, şerê terorê bi hemû şêweyên wê bi rêya piştgiriya me ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re û bi hêzkirina rola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya daxwazên gelê Sûriyê dike, pêkanîna yekitiya demokratîk, aramî û bidawîkirina tirajediyê û li hemberî polîtîka û êrişên hêzên derve yên bi serokatiya dagirkeriya Tirk û komên alîgirê wê, li ber xwe bide.

Divê her projeyek neteweyî an olî ji bo avakirina dewletê were rawestandin, em qebûl nakin ku ol di karûbarên siyasî, civakî û aborî de cih bigire. Pêwîste hemû welatî wekî hev bin û rola jin û ciwanan were aktîvkirin.

Her projeyek guhertinê di desthilata hikumetê de bêyî ku li gorî naveroka sîstema rêvebirin û dewletê û prensîbên wê be, dê di jiyana siyasî û aborî de tu guhertineke demokratîk û edaleta civakî pêk nayê. Ji ber vê yekê nasnameya pirrengî ya Sûriyê pêwîstiya wê bi avakirina dewletekê heye ku bi awayekî wekhev hemû netewe û olan di nav xwe de bihewîne da ku mafên wan ên azadiya îfadekirina nasnameya xwe misoger bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi guhertina destûreke nû ya welat û derbasbûna sîstema dewleteke nenavendî, demokratîk û desthilatdariya piralî ya parlementoyê heye.

Bi vê boneyê em şehîdên partiya me û hemû şehîdên ku di pêkanîna demokrasî û edaletê de ji bo gelên herêmê bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî canê xwe feda kirine, bi bîr tînin.

Bi boneya salvegera damezrandina partiya me, em soz didin gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ku em ê rêya xwe ber bi Sûriye pêşerojê ve bidomînin da ku Sûriyeke azadî, aştî, pêşketin, demokrasî û edaleta civakî were avakirin."

(dx)

ANHA