Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger şehîd Yekta Herekol, li Reqa û Girkê Legê şano hatin pêşandan.

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê du şano hatin pêşandan
27 adar, 2022   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, navenda çandê ya Reqayê şanoyek bi navê "Suheyl" a nivîskarê Iraqî Seid Hedabî pêşkêş kir. Lîstikvanê şanoyê Enes El- Ebadî û derhênerê wê Îbrahîm El- Xidir e.

Beriya destpêkirina şanoyê, hevserokê Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fîras Remedan, bi boneya Roja Şano ya Cîhanê axivî û bal kişand ser ronesansa çandî li Reqayê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê.                  

Fîras Remedan pêşengên şanoya Sûriyê Memduh Edwan û Ebdulselam Ecîlî bi bîr anî û ev roj li hemû şanoger, nivîskar, lîstikvan û derhênerên li seranserî cîhanê pîroz kir.

Piştre lîstikvanê şanoyê Enes El-Ebadî bi çend karakteran şano pêşkêş kir, di yek ji lîstikên xwe de bal kişand ser birayên pêxember Yûsif di hewldana têkbirina zalim û dijminên welêt de.

Her wiha beşdaran lîstika şanoyê nirxandin û spasiya listikvanan kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Koma şanoyê ya Şehîd Hêvî bi boneya bîranîna şehîd û lîstikvanê şanoyê Yekta Herkol li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Girkê Legê şanoyek bi navê " Qaimqamê Nû"pêşkêş kir. Derhênerê şanoyê Xelîl Tehlo, nivîsar Cewad Başkût û amadekar Welîd Omer in.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şanoger ê şehîd Yekta Herkol hate pêşkêşkirin.

(dx)

ANHA