Berhem Salih: Divê aliyên Iraqî dawî li qeyrana siyasî bînin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê civîna îro ya parlementoya Iraqê ku pêknehat de daxuyaniyek da. Berhem Salih daxwaz ji aliyên siyasî kir ji bo derbaskirina qeyrana siyasî ya ku li Iraqê heye, bi lez dest bi danûstandinan bikin.

Berhem Salih: Divê aliyên Iraqî dawî li qeyrana siyasî bînin
26 adar, 2022   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dihat payîn di saet 11:00’an de parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê bicive. Lê ji ber hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû civîn hate paşxistin.

Serokkomarê Iraqê û namzetê YNK’ê yê ji bo serokkomartiyê Berhem Salih, derbarê civîna îro ya parlementoya Iraqê de daxuyaniyek da.

Berhem Salih di daxuyaniyê de da zanîn di dema xwe de temamnekirina karên destûrî cihê xemgîniyê ye. Berhem Salih got pêwîste hemû aliyek bi ruhê nîştimanperwerî dest bi diyalogên cidî bikin daku dawî li qeyrana siyasî bînin.