​​​​​​​‘Derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê ji bo bidawîkirina krîzê gaveke girîng e’

Jinên çalakger û hiqûqnas da zanîn ku derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê gaveke girîng a ber bi bidawîkirina krîza Sûriyê ve ye û ji bo rizgarkirina tevahî jinên li herêmên dagirkirî banga xurtkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​‘Derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê ji bo bidawîkirina krîzê gaveke girîng e’
27 adar, 2022   01:50
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24’ê Adarê de bi dirûşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş û azar, xweragirtin û berxwedan" konferansek li Qamişloyê li dar xist û tê de rewşa jinan a li herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, nîqaş kir. Konferans bi gelek pêşniyaran ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, bi dawî bû ku divê hemû herêmên ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê werin rizgarkirin, komîteyên hiqûqnas werin avakirin, navendên lêkolînê werin vekirin da ku rastiyên li herêmên dagirkirî eşkere bikin û sûc û binpêkirin werin belgekirin.

/kr/uploads/files/2022/03/26/183551_-.webp

Der barê konferansê de çalakgera civakî ya ji Idlibê Sefa Taha spasiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bal kişand ser azarên jinên Sûriyê bi giştî û jinên li herêmên dagirkirî bi taybet û got, yên herî zirar ji şerê Sûriyê dîtine jinên sûrî ne bi taybet ên li herêmên di bin serweriya çeteyên dagirkeriya Tirk de ne.

Sefa Taha bal kişand ser sûc û binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî û wiha domand: "Li herêmên dagirkirî jin ji ber zextên ku komên tundraw ji hemû aliyan ve ferz kirine ji tund û kontrolkirina jiyana civakî heta bi ferzkirina jiyana îdeolojî ya taybet bi wan koman, zehmetiyan dikişînin."

‛JIN YEKSER TÊN REVANDIN Û GIRTIN’

Sefa Taha wiha pê de çû: "Tevî azarên li dijî jinan li herêmên dagirkirî ji revandin û tecawîzkirinê, lê berxwana xwe berdewam dikin. Lê ev berxwedan ji ber serweriya komên çewsîner li ser rêxistinên jinan bi giştî , lawaz e."

Der barê rewşa jinan li Idlibê de Sefa Taha ev tişt anî ziman: "Jin  bi debarê ve hatiye girêdan. Heta nikare nêrîna xwe bide, ji ber yekser tê girtin."

Li ser tiştê ji jinan tê xwestin ku dagirkirina xaka Sûriyê bi dawî bikin, Sefa Taha wiha got: "Divê tevahî jin hevgirtî û yekgirtî bin da rêxistina xwe ava bikin û bandora van şeran li ser xwe rakin."

‘JI BO RIZGARKIRINA TEVAHÎ JINAN DIVÊ TÊKOŞÎNÊ WERE GEŞKIRIN’

/kr/uploads/files/2022/03/26/183527_-.webp

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan jî got, divê hemû jinên sûrî hevgirtî bin û ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê asta têkoşînê were bilind bikin.

Cîhan Xidro bal kişand ser armanca konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Me di vê konferansê de careke din diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker li xaka Sûriyê dagirkeriyeke nerewa ye ku hewl dide herêmên din tev li xaka xwe bike."

Cîhan Xidro wiha domand: "Jinên li herêmên dagirkirî ji mafên xwe yên herî biçûk hatin mehrûmkirin, rastî hemû şêweyên binpêkirin ji tecawîz, qetilkirin û koçberkirina bi darê zorê tên. Bi dehan jin di girtîgehên çeteyên Hemzat û Emşat de ne û bi dehan rewşên tecawîzkirinê hene."

‘ROLA JINAN HÊMANA BINGEHÎN A PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Cîhan Xidro bang li NY’yê û civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hember bûyerên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî pêk tên, rabin û hemû koçberan bi garantiyên navneteweyî vegerînin malên wan û wiha pê de çû: "Derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê dê bibe gaveke girîng ber bi bidawîkirina krîza Sûriyê ve."

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dagirkeriya Tirk di şexsê jinê de projeya neteweya demokratîk hedef digire û hewl dide vîna jinan li herêmên dagirkirî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî bişikîne. Ji ber dizane jin hêmanê bingehîn ê projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser e."

(fr)

ANHA