Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin

Şêniyên Kobanê cenazeyê sê şehîdên xwe bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin
26 adar, 2022   14:11
KOBANÊ

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Emîn û Xalid Şêx Berho dema erka xwe bi cih dianîn li Bendava Tişrînê şehîd bûn. Şervanê QSD'ê Elî Şêxo (Elî Kobanê) ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Şamê şehîd bû.

Ji bo her sê şehîdan merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan a navçeya Sirînê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê hevserokê Meclisa Şaredariya navçeya Sirînê Mistefa Mulsim axivî, îşaret bi nirxên şehadetê û şehîdan kir û got: "Bi hezaran şehîd di oxira vî welatî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe feda kirin. Me soz daye an jiyaneke azad li ser vê xakê û an mirineke bi rûmet."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêber Mûsa soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîd Mihemed Emîn li goristana Şehîdan a navçeya Sirînê hate veşartin, cenazeyê şehîd Elî Şêxo li bajarê Kobanê û cenazeyê şehîd Xalid Şêx Berho li navçeya Qenayê hatin veşartin.

ANHA