81 mamosteyên ji Zanîngeha Rojava derçûne hatin xelatkirin

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişlo 81 mamosteyên ku ji sala 2012'an ve dersên zimanê kurdî li dibistanan didin û ji Zanîngeha Rojava derçûne, xelat kirin.

26 adar, 2022   13:43
QAMIŞLO

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişlo mamosteyên ku ji sala 2012'an ve dersên zimanên kurdî li dibistanan didan, piştre du salan li Zanîngeha Rojava xwendine û derçûne, xelat kirin.

Şahiya xelatkirinê li hola Selam a bajarê Qamişlo bi amadebûna endam û rêveberên Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, maoste û nûnerên dibistanan hate lidarxistin.

Endamê rêveber ê Yekitiya Mamosteyan Mihemed Haco axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Paşê şêwirmendê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sînan Cûdî mamoste pîroz kir û rola wan li hemberî hewldanên qirkirina çand û zimanê kurdî destnîşan kir.

Bi navê mamosteyên ku ji zanîngehê derçûne, Mihemed Hesen Mihemed spasiya Yekitiya Mamosteyan Komîteya Perwerdeyê kir û got: "Wê rê li pêşiya mevekir da ku xwendina xwe li Zanîngeha Rojava temam bikin."

Paşê 81 mamosteyên ku ji zanîngehê derçûne hatin xelatkirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA