Meclisa Zagonsaz endamtiya endamên Meclisa Edaleta Civakî bi temamî erê kir

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê civîna xwe ya 3`yemîn a îsal li dar xist. Di civînê de endamtiya 4 endamên din ên Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê jî hate erêkirin.

Meclisa Zagonsaz endamtiya endamên Meclisa Edaleta Civakî bi temamî erê kir
26 adar, 2022   12:17
QAMIŞLO

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê li hola civînan a li navçeya Amûdê civîna xwe ya mehane li dar xist. Di civînê de endamên meclisê û Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê amade bûn.

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê di 3`yemîn konferansa xwe de 21 endam ji bo meclisê hilbijartibûn. Meclisa Zagonsaz di civîna xwe ya duyemîn de endamtiya 17 endaman erê kiribû û erêkirina endamtiya 4 kesên din jî taloqî civîna 3`yemîn kiribû.

Îro di civîna 3`yemîn de endamtiya her çar endamên din (Etiya Nimê, Gulîzar Ebdulqadir, Muhened Yûsif û Idnan Silêman) hat erêkirin.

Têkildarî sedema taloqkirina erêkirinê hevserokê Meclisa Zagonsaz Hikmet El-Hebîb got: “Di civîna borî de endamtiya 4 endaman nehat erêkirin. Li gor vê yekê Meclisa Edaleta Civakî navên 4 kesên din dan û ew nav radestî me kirin. Me îro endamtiya wan erê kir.”

(sb)