'Têkibirina DAIŞ'ê ji bo hêzên ku xwestin ku tevgerên şoreşgerî têk bibin derbeyek bû'

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Ehmed da zanîn ku piraniya dewletên herêmî û hêzên li Sûriyê piştgirî dan çeteyên DAIŞ`ê da ku hemû tevgerên şoreşger û demokratîk ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê têk biçin. El-Ehmed got, têkbirina DAIŞ'ê ji bo van hêzan derbeyek bû.

'Têkibirina DAIŞ'ê ji bo hêzên ku xwestin ku tevgerên şoreşgerî têk bibin derbeyek bû'
26 adar, 2022   01:41
REQA-EHMED EL-ESAF

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019'an de qedandina DAIŞ'ê di aliyê erdîngarî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Tevî ku 3 sal di ser qedandina DAIŞ'ê re derbas bûn, lê hin dewlet, di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl didin terorê li herêmê belav bikin da ku armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Endamê Meclisa Giştî û endamê Komîteya Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid Ehmed ji ajansê re axivî. Ehmed anî ziman ku 23`yê Adarê roja têkbirina barageha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û got, DAIŞ'ê ji aliyê dewlet û hêzên  girêdayî rejîma cîhanî ve hate avakirin ku armancên xwe yên siyasî û leşkerî li herêmê dibînin.

Hamid Ehmed ev li axaftina xwe zêde kir: "Armanca van hêzan ji piştevanî û belavkirina terorê li herêmê, parçekirina herêmê û pêkanîna planên hêzên global an ku nexşeya Rojhilata Navîn a nû ye. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê kevirê bingehîn ên pêkanîna vê plane dîtin."

Ehmed îşaret pê kir ku çeteyên DAIŞ'ê destek ji gelek hêz û dewletan, di serî de dewleta Tirk a dagirker digirt û got: "Armanca vê yekê têkbirina gel û tevgerên rizgariyê yên ku bi navê buhara gelan li herêmê derketin e. Her wiha ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin."

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbeyeke giran a li dijî hêzên zalim û dewletên kapîtalîst ên ku hewl didin bi rêya fitneyan, gel lawaz bikin û bindest bikin.

Hamid Ehmed banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û ev lê zêde kir: "Em her tim bang li aliyên qanûnî dikin ku vê daxwazê bi cih bînin. Her wiha banga naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin."

Ehmed da zanîn ku Tirkiye dewleteke herêmî ye û di piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê de xwedî roleke mezin e û got: "Hebûna projeyeke demokratîk nêzî sînorê wê ne  li gorî siyaseta wê ye. Her tim hewl dide li herêmê kiryarên DAIŞ pêk werin da ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid Ehmed di dawiyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî  kir ku zextê li hikumeta Şamê bike da ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike û li ser maseya diyalogên sûrî-sûrî bicive û got: "Diyalogên navxweyî rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye."

(eh)

ANHA