Rojnameyên erebî: Serdana El-Esed ji Îmaratê re hesabên nû bi xwe re tîne

Vê sibê rojnameyên erebî li ser serdana Beşar El-Esed ji Îmaratê re, rewşa Iraqê û têkiliyên Lubnan û dewletên Kendavê nivîsand.

Rojnameyên erebî: Serdana El-Esed ji Îmaratê re hesabên nû bi xwe re tîne
24 adar, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-ESED LI ÎMARATÊ YE… HESABÊN RÛSYA Û ÎRANÊ’

Der barê serdana El-Esed ya li Îmaratê de rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "Serdana serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed ji Îmaratê re ne surprîz û teseduf bû, ji ber ku ev guhartina rêgeha têkiliyên beriya çand salan e ku li benda lihevkirineke navneteweyî û dema wê ya li Sûriyê bû.

Di civînên berê yên di navbera El-Esed û rayedarên Ereb de, behsa "Peymana Îbrahîm" a bi Îsraîlê re hatibû kirin ku şermezarkirina wê paşguh kiribû, lê ya rast hewldanên vekirina korîdorên di navbera Şam û Til Evîvê de û piştgiriya lihevkirina leşkerî ya di navbera Moskov û Til Evîvê de hebû. Armanc jî ew e ku rê li pêşiya hebûna "stratejîk a Îranê" li Sûriyê bigire.

Tişta balkêş piştî 3 rojan ji serdana El-Esed ya li Îmaratê, li Şermşêx lûtkeya sêalî li dar ket û tê de Şêx Mihemed Bin Zayîd bi serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî û serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett re civiya.

Li gorî nîşaneyan, Şêx Ebdullah Bin Zayîd beriya ku li Şamê bi El-Esed re bicive, serdana Washingtonê kiribû û piştrast kiribû ku ew normalîzekirina bi El-Esed re erê nake. Lê beriya ku Beşar El-Esed bigihêje Ebû Zebiyê, şêx Ebdullah Bin Zayîd li Moskovê bi Sergey Lavrov re rûniştibû.”

‘CÎGIRÊ BARZANÎ DIBE NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ Û PISMAMÊ EL-SEDIR Ê SEROKWEZÎRIYÊ’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: “Girêdanên hizbî û kesayetî çarenûsa serokkomarî û serokwezîriya Iraqê bi encam kir. Li gorî vê, Rêber Ehmed cîgirê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bû namzetê serokkomariyê û Cafer El-Sedir pismamê serokê Tevgera El-Sedir Muqdeda El-Sedir bû namzetê serokwezîriyê.

Çavkaniyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku Muqteda El-Sedir ku şertên Mesûd Barzanî qebûl kirin û Rêber Ehmed ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê hilbijart, tevî ku li Iraqê kesekî naskirî nîn e.

Parlamenterê Kurd ê berê Bêstûn Fayiq da zanîn ku divê kesê bibe serokkomar li ser asta Iraqê, nexasim ji aliyê gelê Kurd ve were naskirin, her wiha erkdarkirina Rêber Ehmed ji bo Kurdan surprîz bû.”

‘LUBNAN TÊKILIYÊN XWE BI DEWLETÊN KENDAVÊ RE NÛ DIKE?’

Rojnameya El-Beyan li ser têkiliyên Lubnan bi dewletên Kendavê re ev nivîsand: "Piştî nûkirina erka serokwezîriyê ya Necîb Mîqatî, hikumeta wî hevkariya bi dewletên Kendavê re xurttir kir.”

(eh)