Rêveberiya Xweser: Vîna li Baxoz û Kobanê çete têk birin dê têkoşîna xwe bidomîne

Rêveberiya Xweser diyar kir ku “vîna DAIŞ li Kobanê û Baxozê têk bir û li hemberî siyaseta qirkirinê ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sekinî, dê têkoşîna xwe dewam bike û hemû herêmên dagirkirî rizgar bike.”

Rêveberiya Xweser: Vîna li Baxoz û Kobanê çete têk birin dê têkoşîna xwe bidomîne
23 adar, 2022   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 3`yan a rizgarkirina bajarokê Baxozê ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê bû, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev hate gotin: "23`yê Adarê salvegera 3`yan a rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ`ê, her wiha valaderxistina hemû hewldanên ku DAIŞ dixwest li herêmê pêk bîne. Dewleta Tirk di van planan de piştgiriya çeteyan dikir, lê bi saya pêkhateyên me û hevkariya Koalîsyona Navneteweyî qonaxek ji qonaxên pêşketina tundraw û terorê têk çû."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate gotin: "Berdêlên ku gelên me dan, ji bo parastina herêmên me, Sûriyê û cîhanê bû, her wiha da ku parastina mirovahiyê û nirxên civakî û demokrasiyê bikin, lê îro û piştî çar salan ji serkeftina li Baxozê em bi hewldanên xeter û mezin re rû bi rû ne. Armanc ji vê yekê jî zindîkirina rêxistina DAIŞ`ê ye, ev jî ji piştgiriya dewleta Tirk ji şaneyên DAIŞ`ê re xuya dike."

Rêveberiya Xweser şehîdên di oxira parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canên xwe feda kirin, bi bîr anîn û wiha dewam kir: "Divê civata navneteweyî û Koalîsyon û hemû hêzên peywendîdar têkildarî dosyaya bi hezaran terorîst û malbatên wan bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Vîna ku DAIŞ li Kobanê û Baxozê têk bir, her wiha li hemberî siyaseta qirkirinê ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sekinî, dê têkoşîna xwe dewam bike û hemû herêmên dagirkirî rizgar bike."

(eh)