Luqman Xelîl: Têkoşîna li hember DAIŞ’ê xurttir bûye lê xetere hîn hene

Ji fermandarên QSD`ê Luqman Xelîl der barê têkçûna DAIŞ’ê li Baxozê de diyar kir ku bi yekitiya gelan û hêza şervanan ev pêk hatiye û got “Di aliye hişmendî de DAIŞ hîn têk neçûye. Divê her kes bi erka xwe rabe.”

Luqman Xelîl: Têkoşîna li hember DAIŞ’ê xurttir bûye lê xetere hîn hene
23 adar, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Luqman Xelîl ji Rojar TV re der barê têkçûna DAIŞ’ê ya li Baxozê de axivî.

Fermandar Luqman Xelîl di serî de bi boneya salvegera rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ’ê şehîdên YPG, YPJ û QSD’ê bi bîr anîn. Xelîl da zanîn ku dê li ser doza şopandina rêya şehîdan bi israr berdewam bikin û got: “Yekitiya gelên me yên ku li kelêka şervanên xwe sekinîn, bû sedem ku DAIŞ têk here. Dema DAIŞ êrişî Kobanê kir ji bo cîhanê zengilên xetereyê lê dan. Lê tu hêzêk, dewletek li hember DAIŞ’ê têkoşînek nîşan neda. Binkeftina DAIŞ’ê wiha bi serê xwe çênebû. DAIŞ di wan salan de di aliyê rêxistin û hêzê de, di asta herî jor de debû. Berê xwe didan ku derê, ew der digirtin.”

Xelîl bal kişand ser esasê têkbirina DAIŞ’ê û got: “DAIŞ ne bi tenê bi şer bi bin ket, ya esas nîşandayîna îradeya azadiyê bû binkeftina DAIŞ’ê. Derketina DAIŞ’ê encama neçareserkirina pirsgirêkên ku dewletan ava kiriye, derket. Neqebûlkirina sîstemê ji aliye gelan ve hişt ku DAIŞ bi bin bikeve. Ew jî bû bingeha şoreşa Sûriyê. Li Kobanê ne tenê gundek an jî bajarek rizgar nebû, berxwedana li Kobanê çêbû, şikandina ku DAIŞ’ê li wir xwar, dêrî li pêşiya neteweyên din vekir. Kobanê bû îlham. Di têkbirina DAIŞ’ê de hêzên Koalîsyonê alîkar bûn lê ya esas îradeya gelan DAIŞ têk bir.”

‘KURD Û EREBAN BI HEV RE LI DÊRAZORÊ PLAN TÊK BIRIN’

Xelîl diyar kir ku hewldanên dewletan ên li dijî yekitiya Kurd-Ereban li Dêrazorê têk çûn û got: “Kurdan li kelêka birayên xwe yên Ereb li Dêrazorê xwîn rijand. Bi salan dijminan dixwest di navnera Kurd û Ereban de nakokiyan çêkin. Mînakê w eli stada 12 Adarê a Qamişlo bû. Wê kerasetê sîstema rejîmê pêş xist. Dixwastin nakokiyan kur bikin û ferk û cûdabûneke ava bikin. Lê îro bi tinekirina DAIŞ û sîstema heyî gelan nêzî hev kir. Ji bo hemû gelan Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûye kible. Ev bi sere xwe serkeftineke. Rûxmî hemû êriş û zexmetiyan gel bere xwe dide herêmên rizgar kirî.”

‘TÊKOŞÎNA ME XURTTIR BÛYE’

Xelîl destnîşan kir ku DAIŞ di aliye cografîk de têk çûye lê di aliye fikrî de hîn dijî û got: “Di aliyê şaneyên veşartî de hîn DAIŞ maye. Gelek ji wan şaneyan ji derve tên. Hijmarek zede nîne lê bandora xwe dikin. Berê li hember dijminekî diyar me şer dikir lê niha veşartî ye. Herêm gelekî fireh e. Ji ber wê jî DAIŞ li aliyên çolistan, ber sînor û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de xwe birêxistin dikin. DAIŞ rêbazên şerê xwe guhertiye ku civak hedef digre. Gelek kesayetên navdar dixwestin hedef bigrin lê bi demekê nêz de ew dihatin girtin, bêbandor kirin. Têkoşîna me li hember van sûcan xurttir bûye. Hişyariya gele me cihê spasiyê ye ku gele me jî din av têkoşînekê de ye. Hîn ev şaneyên veşartî bi temamî nehatine tinekirin. Ji wê re têkoşîneke mezintirîn lazim e.”

Xelîl diyar kir ku tunekirina DAIŞ’ê ne tenê erka şervanên QSD`ê ye û wiha axivî: “Piştgiriya gelê herêmê jî pêwîst e. Dewlet û rêxistinên heyî bi erkên xwe divê rabin ku şaneyên heyî jî tune bibin. Şervanên me li dijî şaneyan têkoşîn dike û hedefa wê jî tinekirin e. Ev şane ne tene Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeterin. Ger ev şane neyên tinekirin wê her xetereya wê ji bo cîhanê hebe.”

‘ÊRIŞÊN LI SER HESEKÊ TÊK ÇÛN LÊ XETERE BERDEWAM E’

20’ê Çilêyê çeteyên DAIŞ li zindana Sînaa ya li Hesêkê êrişek berfireh pêk anî. Di encama berxwedana şervanan û 121 şehîdan de êriş têk çû. Der barê êrişa çeteyên DAIŞ’ê û xetereyên li ser herêmê de Xelîl ev tişt anîn ser ziman: “Lehengiya wan hevalan raber kir, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komkujiyeke rizgar kir. Zindana li Hesekê hemû çete li wir hatibûn girtin. Lê cîhan bi erken xwe yê pêwîst nerabû. Nêzîkatiyek adil ji bo civakê raber bikira divê heya niha dadgehek navnetewî hatiba avakirin. Ev girityên DAIŞ wê kengî biteqîn ne diyar e. Heman tişt ji bo Kampa Holê jî derbastar e. Ger ev çete neyên dadgehkirin helbet wê xetereyê ava bikin. Fedakariya QSD`ê raber kir cardin cîhan deyndarê xwe kir. DAIŞ dixwest li Hesekê bi giştî belav bibe. Lê hişyariya gel pêşî lê girt. DAIŞ xwe di hûndirê zindanê de tene xwe birêxistin nekiribû. Ji derve jî hat birêxistinkirin. Li herêmên dagirkirî wekî Serêkaniyê û Girê Spî de xwe birêxistin kirin. Ev li ber çavê Koalîsyona navnetewî çê bû.”

`HEWLDANÊN DAIŞ’Ê DÊ BERDEWAM BIN`

Xelîl bi bîr xist ku beriya êrişan li dijî şaneyên veşartî gelek operasyon ji aliye hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ve hatibûn lidarxistin. Têkildarî armanca çeteyan Xelîl got: “Armanca wan ew bû ku amadekariyên xwe temam bikin û wiha derbasî êrişî zindanê bin. Ger berxwedanî nebane heye ku rewşek cûdatir çêbûba. Hişyariya şervan û gelan hewildanên DAIŞ şikandin. Heya ku çavkaniya DAIŞ jê hêz digre neye pûç kirin wê hewildanên wiha bixwazin berdewam bikin. Ji bo ku bixwazin tola xwe hildin wê bixwazin êrişan bikin.”

`DIVÊ PIRSGIRÊKA SÛRIYÊ BI AWAYEKÎ DEMOKRATÎK ÇARESER BIBE’

Herî dawî Luqman Xelîl der barê tunekirina DAIŞ’ê bi temamî de ev tişt lê zede kir: “Ger pirsgirêka Sûriyê neyê çareserkirin, helbet dê valahî çêbe. Her kes jî dê bixwaze vê bi kar bîne. DAIŞ ne tenê di qadên me de xwe bi cih dike, perwerde dike, bi rêxistin dike, êriş dike. Gelek caran derveyî qadên me xwe amade dike û êrişî me dike. Ji bo wê heya ku pirsgirêka Sûriyê bi rengekî demokratîk, rast, temsîliyeta hemû gelan bike, neyê çareserkirin û statuya herêmê neyê naskirin, dê dîsa pirsgirêk derkevin. Hêza me ev berpisyarî daniye ser milê xwe ku dagirkeriyê tune bike û DAIŞ’ê xilas bike. Ji bo wê jî amadekariyên me hene.”