Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin

Li Lubnanê Newroz bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên çandî û civakî hate pîrozkirin.

Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
23 adar, 2022   10:14
BEYRÛT

Bi sedan Kurdên li Lubnanê bi dirûşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo" Newroz pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de axêveran Newroza 2022`yan li rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir. Her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed axivî, piştre bi navên Kongra Star Fatme Serêkaniyê, bi navê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîlva Ebdo, bi navê Weqfeya Newroz a Çanda Civakî Dîlan Hesen û Ehmed Mihemed axivîn.

Axêveran Newroz li QSD`ê û hemû şervanên li eniyên şer pîroz kir.

Komîteya amadekar a Newrozê spasiya hikumeta Lubnanê kir jî kir ku bûne alîkar kir, her wiha spasiya hunermend û komên beşdarî şahiyê bûne jî kir.

Hunermend Danîş Botan û Lawîn Yusif kurê hunermend Seîd Yusif û Koma Welatê Rojê stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerand.

Şahiya Newrozê bi sloganên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(eh)