Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîranîn 

Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3'yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bibû, li ser gora xwe hate bibîr anîn.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîranîn 
22 adar, 2022   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an di encama êrişa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ya li hember civaka Êzidî, li ser rêya navbera Sînûn û Xanesorê de hate suîkastkirin û bi giranî birîndar bibû. Nûjiyan Erhan 22’yê Adara 2017’an de şehîd bû.

Nûjiyan Erhan di 4’emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, hate bibîranîn.

Li ser gora şehîd Nûjiyan daxuyaniya Ragihandina Jinên Êzidxanê ji aliyê rojnamevan Nesrîn Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Heval, memoste û şehîda me Nûjiyan Erhan li ser xeta heqîqeta civaka azad, neteweya demokratîk û azadiya gelan bi kamera û pênûsa xwe bû sembola rojnemevana azad. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne bê rawestandin bû şopdara Gurbetellî Ersoz û bi dehan  şopînerîn heqîqetê.

Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo îxanet, hovîtî û tarîtiya ku bi ser civaka Êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de hatibû kirin ji raya giştî re parve bike û pilanên qirêj li ser civaka me ya Êzidî eşkere bike, berê xwe da deşt û çiyayên Şengalê. Mamosteya me ya yekemîn Nûjiyan Erhan bi pênûs û kamereya xwe çîroka bi sedan jinên Êzidî yên ku di  çiyayên Şengalê de asê mabûn guhdar dikir û parve kir. Çeper bi çeper qehremantiya şervanên azadiyê dişopand û radigahand. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo me weke jinên Êzidî ronahiya hêviyê bû û weke navê xwe jî jiyanekî nu ji jinên Şengalê re bi xwe re anî.  Nûjiyan  zanabûn û wêrektiya xwe bi jin û ciwanên Şengalê re parve kir û bû yekem kes ku ji jinên Êzidî re ragihandinekî ava bike. Hevala Nûjiyan ragahandin ne tenê weke pîşe fêrî me kir,  fêrî me kir ku berê her tiştî lazime rihê hevaltî pîvana yekem ya jiyana me be. Ji mere nîşan da ku ragihandin bi şopandina rastiya civaka xwe û di xizmeta civaka xwe de kar bike, wê demê dibe ragihandina azad.

Mixabin PDK'ê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji Şengalê revî û civaka me ru bi rûyê fermanekî re hiştin, li şûna ku rexnedayîna xwe ji civaka me re bide û li rexa şervanên me û gerîlayên Kurdistanê li hember DAIŞ’ê şer bike, bi îxanetekî mezin di 3'yê Adara 2017’an de pêşmergeyên Roj yên bi ser PDK’ê ve êriş anîn ser şervanên azadiyê. Ev buyer asta dirûtiya PDK’ê ji doza Kurdistanê ji me re nîşan dide. Hêrsa PDK’ê ya li hember ragihandina azad ji 3'yê Tabaxa 2014’an de di dema eşkerekirina îxaneta wan a li hember civaka Êzidî heya roja îro berdewam dike. Hevala Nûjiyan ji ber ku di her kêliyên berxwedana Şengalê de li pey heqîqetê bû, bû hedefa hêzên xayîn. Hevala Nûjiyan di 3'yê Adara 2017’an de di seatên sibehê de berê xwe da çeperên şer da ku îxaneta PDK’ê eşkere bike. Lê bi nemerdane bû hedefa hêzên PDK’ê û di 22’yê Adarê de ji ber birîndariya xwe ya giran gihîşt asta şehadetê.

Hevala Nûjiyan bi kar û xebata xwe ji bo parastina dîroka civaka me ya Êzidî hafîzeyekî ava kir. Bi  kamera û pênûsa xwe di dîrokê de navê civaka Êzidî nivîsand. Em jî weke şopdarên rêheval û memosteya xwe li vê dîroka ku tê nivîsandin  xwedî derdikevin. Em ê heya dawî parastina vê hefîzeyê bikin. Em weke Yekitiya Ragihandina Jin a Şengalê bi kîna hember xayînan û dijminan soz didin hevala xwe û civaka xwe jî ku em ê heya dawiyê li pey şopa Nûjiyan Erhan de bin. Me pênûs û kamereya Nûjiyan Erhan hilgirtiye û em tu car nahêlin li erdê bimîne. Çawa ku hevala Nûjiyan fêrî me kir ku ragihandin li pey şopa heqîqetê ye û li gel civaka xwe jî em ê her li ser vê rastiyê kar û têkoşîn bikin û em ê bi pênûsa xwe hesab  ji hêzên xayînan bixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ dawî bû. Piştî daxuyaniyê rojnamevanan gul danîn ser gora şehîd Nûjiyan Erhan.