Şêniyên gundewarên Dêrazorê agirê Newrozê vêxist

Şêniyên gundewarên li rojavayê Dêrezorê agirê Newrozê li meydana meclisa sivîl a bajarê El-Kesra vêxist. Şêniyan hêvî kir ku Newroz sala bê li herêmên dagirkirî jî were pîrozkirin.

Şêniyên gundewarên Dêrazorê agirê Newrozê vêxist
22 adar, 2022   14:04
DÊRAZOR

Bi dirûşma "Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022’yan bikin Newroza azadiya rêber Apo" Îro Meclisa Sivîl a bajarokê El-Kesra bi beşdariya bi dehan şêniyên gundewarên Dêrazorê û endamên saziyên sivîl û leşkerî şahiyek li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/03/22/132240_asmaa-alaly.webp

Di destpêka şahiyê de malbatên şehîdan agirê Newrozê vêxist. Piştre endameke Malbata Şehîdan Fatima El-Ehmed got: "Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan cejna Newrozê li birayên xwe yên Kurd pîroz dikin."    

Fatima El-Ehmed wiha dom kir: "Bi hêvî me ku gelê me her sal di Newrozê de kêfxweş bin û hêvîdar in ku îsal ji bo hemû gelên cîhanê bibe sala xêr û bereket û sala rizgariya hemû gelên bindest."

Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Esme El-Elî jî Newroz pîroz kir û got: "Em Newroza jinên herêmên dagirkirî, jinên Efrînî, Til Ebyad û Serêkaniyê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku em ê li herêmên dagirkirî jî Newrozê pîroz bikin."

(dx)