El-Sîsî bi Naftali Bennett û Mihemed Bin Zayîd re civiya

Serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî li bajarê Şermşêx ê Misirê bi serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û mîrzayê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd re civiya.

El-Sîsî bi Naftali Bennett û Mihemed Bin Zayîd re civiya
22 adar, 2022   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Misirê Besam Radî ragihand ku serokê Misrê Ebdulfettah El-Sîsî îro li Şermşêx a Misirê, bi mîrzayê Îmaratê Zebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan û serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett re civiya.

Berdevkê serokatiya Misirê têkildarî civînê wiha daxuyand: "Di hevdîtinê de nîqaşa bandorên geşedanên cîhanê hate kirin, nexasim li ser enerjiyê, îstiqrara bazaran, ewlehiya xwarinê û pevguhartina nêrînan a li ser geşedanên gelek dosyayên navneteweyî û herêmî."

Ev cara duyemîn e ku serokwezîrê Îsraîlê serdana Misirê dike.

Li gorî berdevk Besam Redî destnîşan kir, El-Sîsî îro li balafirgeha Şermşêx pêşwaziya Bin Zayîd kir û lûtkeyeke dualî li dar xist. Di vê lûtkeyê de behsa bandora hevkariya di navbera Misir û Îmaratê de kirin.

(eh)