Li gundê Kefre yê Ezazê termê zarokekê hate dîtin

Li gundê Kefre yê bajarê Ezazê yê dagirkirî, termê zarokeke 3 salî hate dîtin.

Li gundê Kefre yê Ezazê termê zarokekê hate dîtin
22 adar, 2022   13:19
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ragihand ku cenazeyê zaroka bi navê Xisûn Şokan a 3 salî, li nêzî mala wê ya li gundê Kefre yê bajarê Ezazê hate dîtin.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku Xisûn Şokan zêdetirî deh saetan winda bûye û piştre cenazeyê wê hatiye dîtin.

Agahiyên berfirehtir ên têkildarî bûyerê bi dest neketin.

(eh)