​​​​​​​Şêniyên Reqayê: Newroz ji bo hemû gelên bindest e

Li Reqayê kesên tev li şahiya pîrozbahiya Newrozê bûne, da zanîn ku ev cejn ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê ji bo tevahiya gelên bindest e. Beşdaran got Newroz sembola azadiyê ye û hêvî kir ku rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmralî derkeve.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê: Newroz ji bo hemû gelên bindest e
22 adar, 2022   13:06
REQA-EHMED EL-ELÎ

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal li tevahiya herêman cejna Newrozê pîroz kir.

Beriya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumeta Şamê nedihişt Kurd Newrozê pîroz bikin.

Duh pêkhateya Kurd bi beşdariya pêkhateya Ereb li qada Fakulteya Çandiniyê ya Reqayê cejna Newrozê pîroz kir. Beşdarên pîrozbahiyê got Newroz sembola azadî û aştiya cîhanê ye.

/ar/uploads/files/2022/03/22/122337_mstfa-hmy.webp

Mistefa Hemê diyar kir ku Newroz ji bo tevahiya gelê Rojhilata Navîn e, di heman demê de cejneke neteweyî ye. Mistefa Hemê diyar kir ku li hin welatan bi navê "cejna biharê" tê naskirin, lê ji bo Kurdan xelasiya ji zilm û zordariyê ye.

/ar/uploads/files/2022/03/22/122232_smyh-alyasyn.webp

Simeye Yasîn ji pêkhateya Kurd, axivî û got Newroz sembola azadiyê ye û ne tenê ji Kurdan re ye, lê belê ji hemû gelê cîhanê re ye.

/ar/uploads/files/2022/03/22/122303_abd-alqadr-hwrw.webp

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Horo jî got: "Ev rojeke pîroz e û hêvî dikim ku cejn dawî li şerên li herêmê bîne."

/ar/uploads/files/2022/03/22/122247_smyr-mstfa.webp

Welatiyê bi navê Semîr Mistefa jî diyar kir ku Newroz cejneke neteweyî, gelêrî ye û nûnertiya azadî û demokrasiya gelan dike. Mistefa hêvî kir ku şerê li Sûriyê bi dawî bibe û koçber vegerin warên xwe, her wiha rêber Abdullah Ocalan tev li pîrozbahiyên Newrozê bibe.

(eh)