​​​​​​​Nakokiya hegemonyayê di navbera Washington, Moskov û Pekînê de - GÎVARA ŞÊX NÛR

​​​​​​​Nakokiya hegemonyayê di navbera Washington, Moskov û Pekînê de - GÎVARA ŞÊX NÛR
22 adar, 2022   06:46

Tu rêxistinên navneteweyî, ne desteyên navneteweyî ne jî dewletên hegemon ên berê û niha (DYA, Rûsya û Çîn) îstîqrar û aştiyê li cîhanê pêk naynin. Pergala hegemon pirsgirêkan mezin dikin, şer, xizantî, birçîbûn û parçebûnê belav dike da ku cîhanê kontrol bike.

Ev hêzên hegemon destpêkê dikevin nava hevrikiyeke mezin û piştre ev hevrikî dibe nakokî û dûvre dibe şer. Şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn nimûneyên herî mezin ên vê yekê ne. Bi demê re û ji bo parastina desthilatiya xwe li navendên desthilatê yên din kom dibin da ku di bin serweriyeke navenda deshilatê ya bihêztir kom bibin.

Nakokiyên di vê dawiyê de di navbera DYA, Çîn û Rûsyayê de derketine, ne nakokiya di navbera xêr û şer de ye, lê belê nakokiya li ser birêvebirina cîhanê ye. Di encama vê nakokiyê de gelek krîzên ewlehî û civakî, çandî û aborî li vê cîhanê çêbûn. Ji ber wê ne pêkan e ku tu aliyek ji van çareseriyê ferz bike. Ji ber hêza hegemon dûrî zîhniyeta çareseriyê ye ku erka wê ya bingehîn pirsgirêkan biafirîne û siyaseta "Ji hev bike û lê bide" belav bike.

Şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn û Şerê Sar ê di navbera Amerîka û Sovyetê de gelek pirsgirêk afirandin. Ji ber ku di navbera pergala hegemon de pirsgirêkên mezin hebûn. Ji nav wan Çîn wek hêzeke aborî, siyasî û leşkerî ya nû derket û dixwaze xwe wek hêzeke hegemon a nû bi amûrên neleşkerî ferz bike.

Lê têkiliya hevbeş a her sê hêzan, heman çek li cem wan in û ew jî ev in; hewldana mayînde ber bi qezenca mezin li ser hesabê xizankirina gelan e, avakirina desthilatê di teşiyê dewletên neteweperest de li ser hesabê neteweyên demokratîk in anku înkarkirina siyasetê. Ya sêyemîn jî endustriya li ser hesabê jîngehê ye.

Modernîteya kapîtalîst û alavên wê azarên krîzeke kûr li piranî cîhanê dikişîne. Ji ber kapîtalîzm li gorî rêber Abdullah Ocalan "Di dîroka mirovahiyê de wek cinawirekî civakî derbas bû, dijbertiya giştî ya mirovahiyê dike û parçebûna diyalektîkî ya xwezayî çêkir."

Divê em baş û her tim bizanin ku tenê gotina peyva kapîtalîzmê, divê em bizanibin krîzek heye û da ku ji vê krîzê were rizgarkirina bi rêya aloziyê belav dike, krîzên ewlehî, civakî, çandî û aborî çêdike. Dûre vê aloziyê bi rê ve dibe ku ji bin kontrola wê dernekeve. Armanca wê ya sereke di hegemonyaya cîhanê de bimîne.

Her kes dizane ku çareskirina krîzên belavbûyî mîna rêber Ocalan gotiye bi rêya xwespartina li ser vîna mirovê azad ji aliyên madî û manewî ve ku ew jî civakeke azad ava dike ku beriya avakirina dewletê civaka azad hebû. Rêber Ocalan di parêznameya xwe ya "Si Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk ve" wesif kir ku "Ew şêweyek ji şêweyên hegemonyayê ye ku xwe li ser keda mirovan ava dike."

Ji yek sedemên krîzê rejîma heyî ya ji serdema Sumer a heta roja îro ye. Girêdana hevbeş ji wê serdemê û heta nakokiya îro ku di navbera Washingot, Moskov û Pekînê de ew e ku hewl didin bi rêyên xwe yên taybet bi ber hegemonyayê ve biçin. Ew jî bi derbekirina birêxistinbûna nirxên civakê pêk tê.

HEGEMONYAYA AMERÎKAYÊ

Di belgeya stratejî ya demkî ya ewlehiya neteweyê ya Amerîkayê de ya di 3’yê Adara 2021’an de hate eşkerekirin ku guhartineke stratejî ya Amerîka heye. Şîrovekar dibînin ku cihê Washingtonê ji rêza hêzên navneteweyî daketiye. Dê DYA’yê ji bloka hegemon ber bi bloka sereke ya ji blokên rejîma navneteweyî ve biçe. Ji ber hêzên navneteweyî yên sereke yên li dijî siyasetên Amerîka û hegemonya rojavayî derketin, mîna Çîn û Rûsya.

Washingtonê ji dema damezrandinê ve hewl da ji aliyên leşkerî û aborî ve dewletên dîtir kontrol bike û wê yekê jî bi rêya ferzkirina cezayên aborî yên biêş pêk tîne. Da ku ew dewlet bikevin bi kontrola wê, dûver destwerdana leşkerî ya yekser bike heka bijarteyên cezayan bi binket. Aloziyê belav bike, jê vekişe û ji dûr ve bi rê ve bibe. Lê niha û di çarçoveya guhartinên navneteweyî, rewşa pergala global û belavkirina hêzeke nû ya stratejîk ve em dibînin ku êdî Amerîka li pey bûyeran e û mîna berê bûyeran çênake. Bi wê re ji gelek herêman vedikişe yan jî hejmareke leşkerên xwe dihêle û siyaseta cezayan a ji dûr ve pêk tîne.

HEGEMONYAYA ÇÎNÊ

Çîn jî hewl dide ber bi hegemonyayê aborî ya neleşkerî ve biçe û li ser cîhanê kontrol bike, her wiha hewl dide derbasî tu şerî nebe û li kêlek aliyekî nesekine, têkiliyên aborî bi hemû dewletan re çi baweriyên wan dibin bila bibin, pêk tîne.

Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyet û têkçûna wê di salên 1990’î de, hemû cîhanê berê xwe da geşkirina aboriyê ku bi "hevsengiya Washingtonê" dihat nasîn. Wê sîstemê bang li dewletên ji nava rejîma komunîst veqetiyane bi lez pişta xwe bidin aboriya sûkê û milkiyeta taybet a kelûpelên kapîtlazîmê.

Dewletên rojhilatê Ewropayê têgeha Amerîka ya geşkirina aboriyê pêk anî, lê Çînê ew têgeh red kir û pergala xwe ya "komunîst" parast. Her wiha nimûneyeke taybet ku hişt parvekirina diyar çêbibe, ava kir. lê ruxmî geşbûna beşa taybet li Çînê, lê şîrketên dewletên geşbûneke mezin pêk anîn.

Di salên sedsala 20’an de Çînê yek ji mucîzeyên geşkirina aborî di dîrokê de pêk anîn. Ji vê tecrûbeyê lihevkirineke nû bi navê" lihevkirina Pekînê" derket. Lê divê ji her duyan yek were hilbijartin. Ya yekemîn aborî di destê hin kesên dewlemend de ye ku armanca wan tenê qezenca mezin e. ya duyemîn jî aborî di destê dewletê de ye, lê dîsa jî di bin kontrola hin kesan de ye û tenê qezenca wan aborî ye. Ev yek jî li Yekitiya Sovyetê hat û yek ji sedemên hilweşîna wê bû dema xwe dispart sosyalîzma teşeyî.

HEGEMONYAYA RÛSYAYÊ

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn hewl da hilweşîna Yekitiya Sovyetê bi rêya pêşxistina sektroa leşkerî, têkiliyên bi dewletên nêzî Washingtonê "NATO" li dar bixe ku parçebûnekê bixe na. Her wiha hejmareke kêm ji leşkerên xwe belav kirin û bi rêya şîrketên leşkerî yên taybet bi "Wagner" çete çêkirin.

Pûtîn hewl dide jinûve xeleka serweriya Rûsyayê di komarên Sovyetê yên berê de mîna Estonya, Letonya, Belarus, Gurcistan, Lîtvanya û Ukrayna û dewletên din mîna Sûriye, Lîbya, Sûdan û yên Afrîkayê ava bike. Pûtîn dixwaze ji cîhanê re eşkere bike ku hîna welatê wî xwedî hêzeke mezin e, bi taybet piştî tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê ku zengilê wê li dewletên Ewropayê yên nêzî Rûsya hate lêdan.

Şerê hegemonyayê yê di navbera Washington, Moskov û Pekînê de tu guhartinên erênî di binesaziya pergela navneteweyî de bi xwe re nayne, lê belê di asta blokan û nakokiyên navneteweyî zêde bike. Her wiha aliyek hewl dide bi rêya wekalet û çeteyan ajandeyên xwe li cîhanê bixebitîne. Lê mijar nagihîne asta rûbirûbûna çekdarî di navbera wan de.

(fr)

ANHA